8 kadirên el-Partî li Kobanî endamtiya xwe sekinandin


Hewlêr (Rûdaw)- Berî destpêkirina kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî bi rojekê, kêşe û pirsgirêk di navbera endamên çend partiyên wê de derketin holê û guman heye ku eger di kongreyê yan jî piştî wê de ew pirsgirêk neyên çareserkirin, partiyên nû bên avakirin û li şûna yekîtiyê perçebûneke din têkeve nav partiyên Rojavayê Kurdistanê.

Li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, 8 kadirên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-partî) daxuyaniyek derxistin û tê de gotin ku ji ber kar û reftarên endamên lîjna mentiqiyê û ji ber sextekariya ku di hilbijartinên endamên kongreyê de çêbûye, ew karên xwe yên rêxistinî û tenzîmî radwestînin.

Di daxuyaniyê de ku her heşt kadiran navên xwe jî aşkere kirine, hatiye gotin ku zêdetirî 1500 endamên el-Partî li Kobanî karên xwe yên tenizîmî sekinandine û ji wan nêzîkî 300 kesî li nahiyeya Şêranê ne.

Endamê komîteya navendî ya el-Partî li Kobanî Ferhad Şahîn ku ew jî ji ber heman sedeman tevlî kongreya damezirandina Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê nabe, ji Rûdawê re got ku ev demeke pirsgirêk di nava rêxistina Kobanî bi giştî û ya Şêranê bi taybet de derketiye û gihişte asta ku her heşt kadiran daxuyaniyekê derxînin û bi aşkere nerazîbûna xwe bînin ziman.

Ferhad Şahîn diyar kir ku nêzîkî 3 hezar endamên el-Partî li herêma Kobanî hene û ewê hewl bidin piştî kongreyê van pirsgirêkên çareser bikin.

Li hember derketina van pirgirêkan, endamê Polîtbîroya el-Partî Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku “partiya wan xwedî hezaran endame û bi vekişîna çend endaman ti bandor li ser karê partiyê çê nabe”.

Îsamîl herwiha got ku “daxuyaniya kadirên el-Partî li Kobanî û Şêranê wek karvendanekê ye li ser şikestina wan di hilbijartina endamên kongreyê de ku berî niha di nav firhî û firqeyan de hatin kirin û diviyabû ew pêgirê nîzama daxilî bin”.

Tevî vê yekê jî Îsmaîl diyar kir ku ewê hewl bidin piştî bidawîhatina kongreyê wan endaman vegerînin ser kar.

Ev pirsgirêk ne tenê di nava el-Partî de derketiye, lê belê li gor zanyariyên Rûdawê, di nava endamên Partiya Yekîtiya Kurdistanê li Kobanî û Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso li herêma Koçera li Dêrikê jî derketiye, lê belê berpirsên her du partiyan vê yekê red dikin.

Di dîroka partiyên Rojavayê Kurdistanê de heta niha çend ezmûnên yekgirtina partiyan çêbûne, lê di pey re ew partî bûne çend parçe, heta ku êdî hejmara partiyan li Rojava gihiştiye zêdetirî 30 partiyan, lewra xelk bi hêvî ye ku bi avakirina vê partiya nû re hejmara partiyan kêmtir bibe ne zêdetir bibe.