Rewşenbîrên Kurd ferhengeke Kurdî-Fînlandî amade dikin

02-03-2024
RÛDAW
Ferhenga ku bi zaravayê Soraniyê hatiye amadekirin ji 30 hezar peyv û 70 hezar hevokan pêk tê
Ferhenga ku bi zaravayê Soraniyê hatiye amadekirin ji 30 hezar peyv û 70 hezar hevokan pêk tê
Nîşan Ferheng Kurdî û Finlandî Soran Zekî Hisên Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Soran Zekî , û Hisên Mihemed ku li Fînlandayê dijîn, ferhengeke Kurdî-Fînlandî amade kir.

Zimanzan Soran Zekî ku bi eslê xwe ji bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji destpêka salên 1990î ve li Fînlandayê dijî.

Akademîsyenê Kurd Soran Zekî ku li Fînlandayê bi giranî li ser ziman û edebiyata Kurdî û herwiha Fînlandî xebitiye, niha bi hevalekî xwe re li ser ferhengeke zaravayê Soranî ya Kurdî û Fînlandî dixebite.

Ferhenga ku bi zaravayê Soraniyê hatiye amadekirin ji 30 hezar peyv û 70 hezar hevokan pêk tê.

Soran Zekî ku bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdaw TVyê, bi bîr xist ku Wezareta Rewşenbîriyê ya Fînlandayê sala 2012an “projeya çandên koçberan” ragihand.

Soran Zekî got:

“Piştî wê daxuyaniyê me got ku em ferhengeke Kurdî-Fînlandî çêbikin. Ev 3 sal in em ligel parêzerê ji Zaxoyê Hisên Mihemed wê ferhengê dinivîsin.

Bi Fînlandî û zimanên din ferheng û navnîşan hebûn lê bi Kurdî nebûn. Min demeke dirêj e li kampên li vir mamostetî kir. Li vir jî pêwîstiya ferhengê bi zelalî derket holê.”

Soran Zekî diyar dike ku Alî Bayrakli û Hisên Mihemed berê ferhengeke Fînlandî û ya bi zaravayê Kurmanciyê ya Kurdî amade kiribûn û got:

“Hisên Mihemed niha ji bo Soranî jî alîkariya me dike.

Fînlanda di warê perwerdehiyê de welatekî pêşketî ye lê erkê me jî heye ku em zimanê xwe yê ku di bin metirsiya windabûnê de ye, biparêzin û geş bikin.”

Nivîskar Soran Zekî 10 pirtûkên wêjeyî û hunerî yên bi zaravayên Soranî û Kurmancî yên Kurdî nivîsandine û 13 pirtûk jî ji Fînlandî wergerandine Kurdî.

Di nav pirtûkên Soran Zekî de, berhemên edebî yên Kurdî yên ku bi zimanê Fînî hatine wergerandin ji bo zarokan jî hene.

Pirtûkên helbestvanê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes û kurê wî Helo Şêrko Bêkes ji aliyê wî ve hatine wergerandin.

Soran Zekî anî ziman ku parastina ziman û wêjeya Kurdî gelekî girîng e û got, ew hêvî dike ku berhemên wî bibin sedema vejîna ziman û wêjeya Kurdî li Fînlandiyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst