Li Erdexanê asta germahiyê 32 pileyan daket bin sifirê

02-03-2024
RÛDAW
Nîşan Erdexan Sir û Serma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê pileya germahiyê bi şev 32 pileyan daket bin sifirê.

Di destpêka meha Adarê de li Li Erdexanê pileya germahiyê 32 pileyan dekat bin sifirê û welatî rûbirûyê zehmetiyan bûn.

Zarokên di demjimêrên sibehê de diçûn dibistanê rûbirûyê sir û seqemeke dijwar bûn.

Ji bilî pencereyên mal û dikanan, birh û mijankên zarokan jî qeşa girtin.

Ji ber serma û seqemê ava çem û çavkaniyan jî cemed girt.

Welatiyan jî betanî bi ser otomobîlên xwe de girtin.

Ji welatiyan Ferdî Altun destnîşan kir ku ev hefteyek e hewa pir sar e û got:

“Serê sibehê ji ber sermayê mirov nikare derkeve derve û here ser karê xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst