GEVER - Jina berbijêr ji bo muxtariyê bi cilên Kurdî digere: ‘Me xwest vê care rengek hebe’

02-03-2024
Ferdî Sak
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Gever Muxtarî Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Befircanê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê jinek berbijêra muxtariyê ye.

Wê zend û lewendiyên xwe badane, bi cilên xwe yên Kurdî mal bi mal digere û daxwaza dengan dike.

Aycan Canan li gundê Befircanê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê berbijêra muxtariyê ye.

Ew wekî jinekê bi tena serê xwe hevrikiya 6 berbijêrên mêr dike.

Berbijêra muxtariyê Aycan Cananê li ser armanca xwe ya berbijêriyê got:

“Ez li Geverê li gundê Befircanê hatime dinyayê. 2 zarokên min hene. Ez li zanîngehê beşa lojîstîkê dixwînim.

6 mêr berbijêr in û ez tenê berbijêra jin im. Me xwest vê care rengek bê nav muxtariyê.”

Gundî bi germî pêşwaziyê lê dikin.

Di vê proseyê de hevjînê wê piştevanê wê yê sereke ye.

Aycan Cananê ji Rûdawê re behsa projeyên xwe yên ji bo gund kir.

“Daxwazên gundiyên me zêde ne”

Berbijêra muxtariyê Aycan Cananê anî ziman:

“Kêmasiyên me zêde ne. Min xwest ez alîkariyê bikim. Daxwazên gundiyên me zêde ne û rêyên wan bêserûber in.

Ez dixwazim ji wan re bixebitim û serkeftinê ji bo hevalên xwe yên din ên berbijêr jî dixwazim.”

5 mezrayên din jî girêdayî gundê Befircanê ne û tevî gund bi muxtarekî tên birêvebirin.

Hejmara dengderên gund û mezrayên wê 953 e.

Aycan Canan dixwaze 31ê Adarê dilê piraniyê li ser sindoqan bi dest bixe û bibe take muxtara jin a navçeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst