FORUMA HEWLÊRÊ: 'Li Hesekê sê hezar terorîstên herî metirsîdar ên Iraqî hene'

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl di panela “Pirsa îstiqrarê li Iraqê” de got, “Sê hezar terorîstên herî metirsîdar ên Iraqî li Hesekê ne.”

Roja sêyemîn a Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” roja Pêncşema 2ê Adara 2023an berdewam e. Panela “Pirsa îstiqrarê li Iraqê” bi beşdariya Berdevkê Fermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl û bi moderatoriya Lêkolîner û pisporê karûbarên Iraqê Yasîn Taha hat sazkirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl anî ziman, “Di navbera artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge de hevkariyeke baş heye.”

Yehya Resûl di axavtina xwe de bal kişande ser Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê û got, “Sê hezar terorîstên herî metirsîdar ên Iraqî li Hesekê ne.”

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl li ser pirseke hebûna DAIŞê li Iraqê anî ziman, “DAIŞ rêxistineke terorîstî ya navneteweyî ye û ne tenê li Iraqê ye.”

Yehya Resûl da zanîn ku piştî têkbirina DAIŞê, bi taybet li navçeyên sînorî yên bi Sûriyê re, hebûna xwe bi desteyên biçûk berdewam dike.

Yehya Resûl diyar kir ku hêzên Hevpeymanan û Operasyonên Hevbeş bi hev re girîngiyê didin rûbirûbûna metirsiya DAIŞêli bakurê rojava û başûrê Sûriyê.

Resûl got, "DAIŞ di nava krîzeke mezin de ye" û anî ziman, "Li gorî agahiyên ku di destê me de hene, piştgiriya wê her ku diçe kêmtir dibe lê weke metirsî berdewam dike û di nav şaneyên biçûk û komên biçûk de kiryarên xwe yên terorîstî didomîne."

Yehya Resûl ragihand “DAIŞ girûpeke terorîstî ya navdewletî ye û bi bikaranîna înternetê xwe birêxistin dike.”

Resûl da zanîn ku li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bi hezaran malbat û zarokên DAIŞê hene û got, “16 hezar kes li wê kampê dijîn. Kampa Holê navendeke ku nifşê nû yê DAIŞê lê hatiye birêxistinkirin. Ji ber ku jinên li wê kampê pir eşkere propagandaya DAIŞê dikin. Mejiyê zarokan jehrî dikin.”

Yehya Resûl diyar kir ku wan bi hezaran malbatên Iraqî ji DAIŞê li Kampa Holê vegerandin û entegrasyona wan di civakê de misoger kirin.

Herwiha Berdevkê Fermandariya Giştî yê Artêşa Resûl got "Bi dehan malbatên ku eşîrên wan ew red kirine hene.”

Yehya Resûl bal kişande ser şerê li dijî DAIŞê û got, ‘”Di şerê li dijî DAIŞê de xwîna gelên Iraqê wek Êzidî, Ereb, Kurd, Şîe û Sunnî tevlîhev bûnû têkoşîneke hevpar dan.”

Yehya Resû anî ziman, “Em ji bo tijîkirina valahiya ewlehiyê li sînorên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê yên di bin kontrola Pêşmerge û hêzên din de kar dikin.”

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan Xeyrî Bozan derbarê hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî yên revandî de ji Yahya Resûl pirsî.

Yehya Resûl jî di bersiva Xeyrî Bozan de got, “Em wek artêşa Iraqê ji ber wê karesata ku hat serê Êzidiyan gelek xemgîn in. Ji bo dîtina kesên revandî em gelekî xebitîn û me xwest her kesê ku agahî di dest de hebin bi me re têkilî daynin. Bi heman awayî rêveberiya Bexdayê ji bo dîtina jin û zarokan jî hewl da.”

Yehya Resûl her wiha anî ziman “Helbet em ne alîgir in ku kesên ku serê xelkê jê kirine tevlî civakê bikin lê gunehê jineke bi endamekî rêxistinê re zewiciye û zarokê wê çi ye? Em ji vê pir westiyane. Li gorî min endamekî rêxistinê terorîst e lê malbat û zarokên wî bêguneh in.”

Yehya Resûl diyar kir ku wan ji bo xurtkirina sînorên bi Îran û Tirkiyê re rêze biryar wergirtine û got, “Ji nav sînorên Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin ku axa Iraqê ji bo welatên cîran wek êrîş û metirsî were bikaranîn.”