FORUMA HEWLÊRÊ: 'Herêma Kurdistanê dikare bibe mînakek ji bo serkirdeyekî akademîk li herêmê'

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MERIyê Dr. Dilawer Alaedîn di panela “Veberhênana di perwerdehiyê de: Katalîzatorek ji bo Pêşveçûna Aborî û îstiqrara Siyasî li Rojhilata Navîn” de got, “Kêmasiya me di perwerdekirina serkirdeyên nû de heye. Herêma Kurdistanê dikare bibe mînakek ji bo bilindkirina serkirdeyekî akademîk li herêmê”

Roja sêyemîn a Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” roja Pêncşema 2ê Adara 2023an berdewam e. Panela “Veberhênana di perwerdehiyê de: Katalîzatorek ji bo Pêşveçûna Aborî û îstiqrara Siyasî li Rojhilata Navîn’’  bi beşdariya Serokê Zanîngeha Amerîkî ya Lubnanî Dr. Michel E. Mawad, Cîgirê Serokê Zanîngeha Buckingham Prof. James Tooley û Serokê MERIyê Dr. Dilawer Alaedîn û bi moderatoriya Pisporê Veberhênanê û Perwerdehiyê Dr. Pablo Fetter hat sazkirin.

Serokê MERIyê Dr. Dilawer Alaedîn di axavtina xwe de bal kişande ser perwerdeya li Herêma Kurdistanê û anî ziman, “Kêmasiya me di perwerdekirina serkirdeyên nû de heye.’’

Serokê MERIyê Dr. Dilawer Alaedîn got, ‘’Divê ji bo perwerdeyê bername were danîn û berdewamî tê de hebe.’’

Dr. Dilawer Alaedîn anî ziman, “Herêma Kurdistanê dikare bibe mînakek ji bo bilindkirina serkirdeyekî akademîk li herêmê.”

Dilawer Alaedîn li ser kalîteya perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê got “Qanûnên ku me hene hem ji bo dibistanên taybet û hem jî ji bo dibistanên hikûnî kevn mane.”

Alaedîn ragihand “Hikûmeta me û hikûmetên herêmê bi xwe zanîngehan birêve dibin, piştgiriya wan dikin û dinirxînin. Divê ew berpirsiyariya tiştên ku pêşdixin qebûl bikin.”

Herwiha serokê MERIyê tekez kir û got “Heta ku zanîngeh serbixwe nebe, kalîteya perwerdeyê pêş nakeve.”

Cîgirê Serokê Zanîngeha Buckingham Prof. James Tooley jî li ser perwerdeya li welatên Rojhilata Navîn axivî û got ‘’Li piraniya welatên Rojhilata Navîn dibistanên taybet ên erzan pergala perwerdehiyê baştir kiriye.’’

Serokê Zanîngeha Amerîkî ya Lubnanî Dr. Michel E. Mawad got, ‘’Heger ku me bikariba pergala perwerdehiyê pêş bixista dê di civakan de geşbûneke aborî ya domdar pêk bihata.’’ Dr. Michel E. Mawad her wiha anî ziman, ‘’Divê em mufredata xwe biguherînin da ku li gorî sîstema nûjen be û bibe alîkar di pêşkeftina aborî ya ku civakê baştir dike de berdewam be.’’

Mawad tekez kir ku divê siyaset midaxeleyî xwendina bilind nebe, xwendina bilind a herî baş xwendina bilind a azad û serbixwe ye û got “Eger em pergala perwerdehiyê baştir bikin, dê di civakan de geşbûna aborî ya domdar çêbibe”

Li aliyê din Cîgirê Serokê Zanîngeha Buckingham James Tooley jî got "Dibistanên taybet ên kêm-mesref li piraniya welatên Rojhilata Navîn pergala perwerdehiyê baştir kirin."

Herwiha James Tooley dibêje "Hebûna dibistanên taybet diyardeyeke baş e ji ber ku ew dikarin debara xwe bikin û ne hewceyî piştgiriya aborî ne. Gava ku hûn li ser sektora taybet difikirin, hin aliyên wê yên erênî hene û em dikarin li ser nirxên wê biaxivin, ku carinan ji ya ku sektora giştî pêşkêşî dike bêtir in. Werin em hişê xwe ji sektora taybet re vekirî bihêlin.”