FORUMA HEWLÊRÊ: 'Jina Kurd sembola têkoşîna ji bo doza xwe ye'

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Komîteya Siyaseta Derve ya Serokkomariya Tirkiyê Prof. Dr. Nurşîn Ateşoglu di panela ‘’Rola Jinê Di Guherîna Civakî û Siyasî ya Rojhilata Navîn de'’ de got “Nebûna Rêkeftina Stenbolê nayê wê wateyê ku jin nayên parastin. Li Rojhilata Navîn ji bo baştirkirina rola jinê perwerdehî gava yekem e.”

Roja Sêyemîn a Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” roja Pêncşema 2ê Adara 2023an berdewam e. Panela ‘’Rola Jinê Di Guherîna Civakî û Siyasî ya Rojhilata Navîn de’’ bi beşdariya Şêwirmenda Saziya Lêkolînên Zanistî ya Lîbyayê Dr. Nadia Ben Amir, Endama Komîteya Siyaseta Derve ya Serokkomariya Tirkiyê Prof. Dr. Nurşîn Ateşoglu, Sekretera Giştî yê Encûmena Bilind a Jinan û Pêşketinê ya Kurdistanê Dr. Xanzad Ehmed û bi moderatoriya Edîtora beşa îngîlîziya Rûdawê Evîn Kerîm hat sazkirin.

Şêwirmenda Saziya Lêkolînên Zanistî ya Lîbyayê Dr. Nadia Ben Amir di axavtina xwe de bal kişande ser têkoşîna jinên Kurdan û anî ziman, "Xwezaya jinê ne meyla şer e. Jin jin in, lê ji bo parastina xwe û zarokên xwe neçar bûn li kêleka mêran şer bikin. Jina Kurd sembola têkoşîna ji bo doza xwe ye.’’

Endama Komîteya Siyaseta Derve ya Serokkomariya Tirkiyê Prof. Dr. Nurşîn Ateşoglu li ser pirsa Rêkeftina Stenbolê got, ‘’Nebûna Rêkeftina Stenbolê nayê wê wateyê ku jin nayên parastin.’’

Prof. Dr. Nurşîn Ateşoglu her wiha anî ziman, "Li Tirkiyê hikûmetê ji bo parastina jinan ji tundûtûjiyê gelek gav avêtin. Diyarkirina tenê rêyekê ji bo çareseriya destdirêjiyê şaş e.’’

Ji bo pêşxistina rola jinê li Rojhilata Navîn Ateşoglu dibêje “Li Rojhilata Navîn ji bo baştirkirina rola jinê perwerdehî gava yekem e.”

Herwiha Ateşoglu dibêje “Di dema erdheja dawî ya Tirkiyê de gelek piştgirî ji bo jinan hebû û vê yekê ez teşwîq kirim ku di dema vê trajediyê de piştgiriya xwe di gel de nîşan didin”

Ateşoglu amaje bi wê yekê kir êdi niha jin hin pişêyên ku wek yên mêran dihatin zanîn û got “Di van salên dawî de me dît ku jin ketine hin beşan ku di nifşên beriya me de wek cîhana mêran dihatin naskirin.”

Li aliyê din Sekretera Giştî yê Encûmena Bilind a Jinan û Pêşketinê ya Kurdistanê Dr. Xanzad Ehmed jî li ser xebat jinan a li Başûrê Kurdistanê axivî û got, ‘’Mijara jinan mijareke siyasî ye, divê jin bi hev re bixebitin û mijara jinan têxine nav rojeva parlamentoyê û acendayên partiyên siyasî.’’

Dr. Xanzad Ehmed got, ‘’Daxwazê ji jinan dikim ku bi radîkalî ji bo mafên xwe bixebitin.’’

Dr. Xanzad Ehmed destnişan kir ku li Başûrê Kurdistanê rêxistinên sivîl karîbûn mijara jina têxin nav siyasetê û hikûmetê û anî ziman, ‘’Bi serokatiya Birêz Mesrûr Barzanî karekî baş li ser mijara jinan hate kirin.’’

Ehmed diyar kir ku ji bo xebata jinan 2 tişt gelekî girîng in û anî ziman, ‘’Divê ji bo pirsa jinan budce were terxankirin û jin di nav saziyan de cih bigirin.’’

Herwiha Ehmed destnişan kir ku beşdariya jinan a di Hikûmeta Kurdistanê de ne xirab e û anî ziman, ‘’Divê zêdetir xebat were kirin û bi zanistî kar li ser were kirin û fişar werin dûrxistin.’’

Dr. Xanzad Ehmed di dawiya axavtina xwe de got, ‘’Tenê yasa nikare re li ber tundûtujiyê bigire divê civak û partiyên siyasî bi hev re diyardeya tundûtujiyê kêm bikin.’’