KERKÛK - Ji bilî Kurdî û Erebî, Tirkmenî jî li zimanên fermî hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye ku li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Tirkmenî jî di nav di zimanên fermî de bê bikaranîn.

Sûdanî ferman daye ku di nivîsên fermî de ji bilî Kurdî û Erebî, zimanê Tirkmenan Tirkmenî jî bê bikaranîn.

Sekreteriya Giştî ya Serokwezîrê Iraqê ji bo di nivîsên fermî de Kurdî û Erebî bên bikaranîn fermanek ji Parêzgariya Kerkûkê re şandibû.

Li ser vê yekê Tirkmenan bertek nîşanî vê biryarê dan.

Piştre jî daxwaz ji Sûdanî hatibû kirin ku ev biryar betal bike.