Malbateke Kobanê li Semsûrê ji ber erdhejê perîşan bûye

02-03-2023
Nayîf Remezan
Malbateke Kobanê li Semsûrê ji ber erdhejê perîşan bûye
Malbateke Kobanê li Semsûrê ji ber erdhejê perîşan bûye
Nîşan Erdheja Mereşê Semsûr Kobanî
A+ A-

Semsûr (Rûdaw) - Bi êrîşa DAIŞê li ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, malbatên Kobanî koçberî Bakurê Kurdistanê bûn, niha ji ber erdhejê ji bo duyem car koçber bûne.

Malbata Mihemed Xelîl wek gelek malbatên koçberên Kobanî li Semsûrê ku avahiya wan wêran bûye, niha di bin çadirekê de dijî. Malbata Mihemed û ya pismamê wî ku 18 kes in, niha 2 çadir li tenişt hev danîne û têde bê av û elektirîk dijîn.

Peyamnêrê Rûdawê Nayif Remezan çû ser kavilê mala wan. Hemû kelûpelên wan di bin kavilan de man, wan tenê karibûn canê xwe rizgar bikin.

Mihemed dibêje, berê dikaneke wî terziyê hebû, erdhejê mal û dikana wî xirab kir, rewşa wî gelek xerab bû.

Penaberê ji Kobanî Mihemed Xelîl got: “Bi rastî li vê derê rewş dijwar e, av nîne û tualet nîne. Xaniyê me hilweşiya. Dikana me xirab bû. Makîneya me ya durînê hebû ew jî di bin kavilan de ma. Tiştekê me nema. Em perîşan bûn.”

Mihmed  û pismamê xwe du çadir li tenîşta ye vedane li nava parkeke Semsûrê. Herdu malbat ji 18 kesan pêk tên û bê av û bê elektirîk jiyana xwe derbas dikin. Avdest û serşo jî nîne. Bi destê xwe cil û bergan dişon.

Penabera xelka Kobanî Horiye Ebdulah jî dibêje: “Elektirîk û av nîne. Em cilan bi destan dişon, gelek zehmet e. Hejmara me zêde ye, tenê çadirek dane me.”

Piştî penaberbûna Mihemed bo Semsûrê li navenda bajar dukaneka fêqiyan danabû, lê dikanî bi hemû fêqiyên tê de wêran bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst