Piraniya Kurdên Efrînê ji alîkariyan bê par mane

02-03-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li gundê Qermîtliq bêtirî 75 xanî di erdhejê de herifî ne
Li gundê Qermîtliq bêtirî 75 xanî di erdhejê de herifî ne
Nîşan Erdheja Mereşê Efrîn Gundê Qermîtliq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkariya ku ji qurbaniyên erdheja li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê re hatine şandin têra welatiyan nekirine. Welatiyekî Gundê Qermîtliqê dibêje ji destpêka erdhejê ve ti alîkarî ji wan re nehatiye.

Li Gundê Qermitliq ê ser bi nahiyeya Şiyê ne, li Herêma Efrînê, bi sedema erdheja 06ê Sibatê bi dehan malbat li wî gundî derbider bûne û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

Gundê Qermîtliq ê nahiya Şiyê ziyaneke mezin ji erdhejê dîtiye û nêzîkî 75 xaniyên gund rûxiyane. Kurdên resen ên wî gundî ji alîkariyan bi taybet konan bê par mane. Pêwîstiya wan bi çadiran heye.

Rêxistineke sivîl, bi navê Gazî Şam pêdiviyên sereke weke xwarin û konan, ji xelkên wî gundî re pêşkêş kirine.

Çalakvanê sivîl ji Efrînê Şêx Seîd got: “Em niha li Gundê Qermitliqê yê nêzîkî Şiyê ne. Em niha ji wan re çadiran ava dikin. Weke hûn jî dibînin xelk li derdora me kom bûne û daxwaza çadiran dikin. Me ji wan re çadir anîne lê têra wan nake.”

Nişteciyekî ji gundê Qermitliqê Şêx Emîn Muxtar dibêje, ji yekem roja erdhejê ve heta niha kesekî alîkariya wan nekiriye, lê roja 01ê Adarê wê rêxistinê hinek alîkarî gihandine wan.

Bi sedema erdheja 06ê Sibatê, li gundê Qermitliq ê ser bi nahiyeya Şiyê, ziyan gihiştiye bêhtir ji 80 heta 90 malê, ji wan jî derdora 73 malan wêran bûne, ku êdî nema bikêrî niştecîbûnê tên.

Heta niha derdora 25 malbatê kon wergirtine, lê nêzîka 50 malbatê hêj çaverêyî wergirtina konan in ji bo bicih bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst