FORUMA HEWLÊRÊ - Sûriyê û Bêîstîqrariya Berdewam: Li aso çareseriyek heye?
Hewlêr (Rûdaw) – Aloziya Sûriyê û necîgirbûna rewşa wê yek ji mijarên sereke yên Duyemîn Foruma Hewlêrê bû. Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rojhilata Navîn Dr. Ahmet Uysal got ku xelkê Sûriyê di nava hikûmeta Şamê û HSDê de winda bûye. Nûnerê Bakurê Rojhilatê Sûriyê yê Amerîkayê Nikolas E. Granger jî got, “Amerîka ji welatan daxwaz dike ku welatiyên xwe yên di kampan de vegerînin.”
Roja sêyemîn a Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” roja Pêncşema 2ê Adara 2023an berdewam e. Panela “Şerê Sûriyê û Bêîstîqrariya Berdewam: Li Aso Çareseriyek Heye?’ bi beşdariya Nûnerê Bakurê Rojhilatê Sûriyê yê Amerîkayê Nikolas E. Granger, Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) Ahmet Uysal, Nûnerê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro, Cîgira Rêveberê Navenda Lêkolînên Levant a Amerîkî Ranya Kisar û bi moderatoriya Berpirsê Deska Rojavayê Kurdistanê yê Rûdawê Hisên Omer hat sazkirin.
Nûnerê Bakurê Rojhilatê Sûriyê yê Amerîkayê Nikolas E. Granger ê ku bi rêya online beşdar bû li ser hebûna Amerîkayê li Sûriyê got, “Em hevkar in ku pirsgirêk werin çareserkirin û em ê li wir bin.”
Nikolas E. Granger bal kişand ser malbatên DAIŞê yên di kampên Rojavayê Kurdistanê û anî ziman: “Amerîka ji welatan daxwaz dike ku welatiyên xwe yên di kampan de vegerînin.”
Granger her wiha diyar kir ku piştî erdhejê rewşa aboriyê ya Sûriyê xirabtir bûye û got, “Amerîka eşkere alîkariyên xwe yên ji bo hevpeymanên xwe berdewam dike.’
Granger wiha got: “Ji bo pêşxistina aramiya siyasî em hêjî li gorî biryarnameya 2245 pabend in. Amerîka balê dikişîne ser başkirina rewşa gelê Sûriyê û ji bo kesên ku ji aliyê rêjîma Esed ve neheqî li wan hatiye kirin li dadmendiyê digere. Her wiha divê metirsiyên ji ber van nakokiyan durist bûne bêne tunekirin. Balkêşiya siyaseta Amerîkayê li Sûriyê li ser çar xalên sereke ye ku armanca wan başkirina rewşa gelê Sûriyê û pêşxistina çareseriya siyasî ye. Xala yekem tekezkirina li ser têkbirina DAIŞê ye. Ya duyemîn hêsankariya ji bo alîkariya mirovî ye. Ya sêyem, nehiştina tundiyê li seranserî wî welatî bi rêya pêkanîna agirbestê. Armanca me ya çaremîn ew e ku em lêpirsînê ji tawanên ku rejîma Esed û hêzên wê kirine, bikin. Ev hemû kar jî piştgirîya rewşekê dikin ku xizmeta gihiştina çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 e, ku hêjî baştirîn rêkeftin e ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ku civaka navdewletî piştevaniya wê dike. Amerîka piştgiriya xwe bi opozîsyona Sûriyê, civaka sivîl û biryarderên din ji bo beşdarbûna di proseya siyasî ya Sûriyê û hewldanên din ên dîplomatîk de li gorî biryara 2245 berdewam e. Em di wê baweriyê de ne ku girîng e hemû aliyên biryara 2254 bi pêş ve bibin, di nav de serbestberdana kesên ku bi neheqî hatine girtin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Granger herwiha got: “Amerîka bi bê pêşveçûna rasteqîne û xweragir ji bo çareseriya siyasî, peywendiyên xwe li gel Rejîma Sûriyê asayî nake, herweha em piştevaniya wan aliyan nakin ku peywendiyên xwe li gel wî asayî bikin. Beşek ji welatan peywendiyên xwe bi rejîmê re girê dane, yan jî ji ber çend sedemekî bi jivanin vê yekê bikin, di nav de ji bo çareserkirina dilgiraniyên ewlekarî. em wan welatan han didin ku bi awayekî tawanên rejîmê li ber çavan bigrin ku di dema 12 salên borî de li dijî gelê Sûriyê encam daye. Herweha hewlên berdewam yên rejîmê ji bo rêgirtin li destgehiştina alîkariyên mirovî û ewlekarî li ber çavan bigrin. Ew welatên ku peywendiyan li gel rejîmê girê didin, divê hizir li berjewendiyên gelê Sûriyê bikin, weko alîkarîkirina ziyandîtiyên erdhejê û bicîhanîna armancan li gorî biryara 2254. Di encam de Amerîka dibîne ku aramiya li Sûriyê û Navçeyê tenê di riya proseyekî siyasî re dibe kku nûneratiya xwesteka gelê Sûriyê bike. ji bilî tawanên Esed, aliyên din hene ku li ser aramiya navçeyê û çareseriya siyasî gef in, Îran bi berdewamî piştevaniya rejîma Esed dikin, di heman demê de hêzên Îranê û hêzên nêzîkî wê rolekî ne aramkirinê li Sûriyê dilîzin, wek ku çawa li navçeyên din jî vê yekê dikin. Kampîna serbazî ya Rûsiyê li Sûriyê û piştevanîkirina rejîma Esed bûye sedema wêrankirineke zêde û can ji destdan û awarebûna sedan hezar welatiyên sivîl. Herweha liv û tevgerên Îranê yên ne aramker, operasyonên serbazî yên Rûsya rewşê têk didin. Herweha Rûsya tu hewleke rasteqîne ji bo guhertina helwestên rejîma Sûriyê yên şerxwaz li dijî gelê xwe nedaye. Hevdem DAIŞ û Qaîde jî gefên rasteqîne ne, bi diyarîkirî, Hezaran çekdarên DAIŞê li zindanên DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê hene, di heman demê de bi dehan hezar kesên din ku hejmareke zêde ji wan zarok in, di kampên qerebalix de di rewşeke xirab de dijîn. beşeke zêde ya xelkê di wan kampan de welatiyên Sûriyê ne. Amerîka destxweşiyê li wan welatan dike ku welatiên xwe ji bakurê rojhilatê Sûriyê vegerandine û welatan han didim ku welatiyên xwe ji bakurê Rojhilatê Sûriyê vegerînin.”
Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) Ahmet Uysal ê ku piştî Nikolas E. Granger axivî diyar kir ku piştî erdheja 6ê Sibatê navçe rastî guhertinekê hat ku Kurd, Ereb û Tirk hemû bûn yek.
Ahmet Uysal got, ‘Her wiha em dibînin ku rêjîma Esed nikare tiştekî ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê pêşkêş bike.
Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro jî di heman Forumê de got ku nezelaliya rêkeftin û hevpeymanên hikûmeta Sûriyê paşeroja Sûriyê tarî kiriye.
Cîgira Rêveberê Navenda Lêkolînên Levant a Amerîkî Ranya Kisar jî got: “Ez di wê baweriyê deme ku birayên me yên Turki hinek hisabên şaş li Sûriyê kirine. Ji ber ku wan bawer kiriye ku dê Esed hemahing be li gel wan. Di demekê nêzîk de wê ji wan re diyar bibe, ku Esed dijmin ne heval e, û dive tenê rêkkeftinên li ser siberoje Sûriyê di navbera Sûrî û Sûriyan de were kirin. Qet bawer nekin ku ev herdu hikûmet li hevdu nêzîk bibin.”