Mesrûr Barzanî û Guterres behsa rewşa Şingalê kirin

02-03-2023
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres Mesrûr Barzanî Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyan û di wê civînê de herdu aliyan ligel çend mijarên din behsa rewşa Şingalê jî kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 2ê Adara 2023yan li paytexta Herêma Kurdistanê li bajarê  Hewlêrê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres kir.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, Antonio Guterres kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û pesnê pêşketin û avadaniya herêmê da.

 Guterres diyar kir ku Herêma Kurdistanê cihekî wê ya taybet di dilê wî de heye û xebat û qurbanîdanên gelê Kurdistanê jibîr nake û got: “Hêvî dikim ku  Herêma Kurdistanê her dem bihêz û yekgirtî be û kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal çareser bibin.”

Ji aliyê din ve  Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîn xwe ji bo piştevanî û rola Netewên Yekbûyî û bi taybetî rola çalak a UNAMI ya Herêma Kurdistanê û Iraq û nîşan da.

Di heman demê de Barzanî tekezî li girîngiya çareserkirina bingehîn a kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bi hevkariya Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî kir.

Li gor heman daxuyaniyên xebat û çaksaziyên hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê, girîngî û pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina bo başkirina rewşa Şingalê û derxistina milîs û komên çekdar ên neyasayî, vegera koçberan bo navçeyên xwe û li girîngiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst