NYê piştgiriyê dide hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê

02-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Serokê Herêma Kurdistanê civiyan. Barzanî di civînê de amaje bi atmosfereke erênî ya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo çareserkirina pirsgirêkên wan kir û Guterres piştgiriya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de nîşan da.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Pençşemê 2yê Adara 2023yan bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê, Guterres û Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civiyan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê hevdîtinê de ku cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê jîamade bûn, behsa pêşhatên vê dawiyê yên rewşa siyasîya Iraqê û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Baxdayê û pênga û danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan, karnameya hukûmeta Iraqa federal û rewşa Şingalê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî behsa rêkevtina pêkanîna hukûmeta federal a Iraqê û karnameya wê kir û herwiha daye zanîn ku ji bo çareserkirina arîşeyan danûstaninên erênî di navbera Hewlêrê û Bexdayê de hene û ew dibîne ku Serokwezîrê Iraqê  li ser cîbicîkirina karnameya hikûmeta  cidî ye.

Her vê derbarê de Barzanî rola Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê û Herêma Kurdistanê jî bilind nirxand.

Di civînê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî "kêfxweşiya xwe ya ji bo pêngava diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo hewldanên çareserkirina pirsgirêkên di navbera xwe de dûbare kir."

Herwiha behsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî hatiye kirin û derbarê vê mijarê de Barzanî got, "Weke serokê Herêma Kurdistanê, roja hilbijartinê wê di dema xwe ya qanûnî de pêk were û divê îsal hilbijartin bê kirin."

Li gor daxuyaniyê herdu li ser pêwîstî û giringiya pêkanîna hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sivikkirina rewşa Şingalê hemfkirin bûn, da ku rêyek ji bo penaberên vegera Kurdên Êzidî were dîtin û herêmên wan were avadan.

Derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî de li gor daxuyaniyê , "Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekez kiriye ku çareserîya pirsgirîkên navxweyî û pêk anîna yekreziya aliyên siyasî, dê pêgeha Herêma Kurdistanê li ser astê Iraqê û derve xurt bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst