DFG: Di erdhejê de 25 rojnamevanan canê xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) ragihand, di erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê de 25 rojnamevanan canê xwe jidest dane.

Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê, rapora meha Sibata 2023ê ya binpêkirinên li dijî rojnamevanan eşkere kir. Li gor raporê, rojnemevan li herêmên erdhejê rûbirûyê êrîş û zextan bûne.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di meha Sibatê de 4 rojnamevan hatine girtin û bi tevahî 88 rojnamevan di girtîgehan de ne.

Di raporê de hatiye destnîşankirin, ku di meha Sibatê de 7 rojnamevan rûbirûyê êrîşî bûne, polîsan bi ser mala  rojnamevanekî de girtine, 8 rojnamevan hatine desteserkirin, miameleya xirab li hember 15 rojnamevanan hatiye kirin, gef li 11 rojnamenvanan hatiye xwarin, derbarê 14 rojnamevan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di 24 bûyeran de şopandina nûçeyan a rojnamevanan hatiye astengkirin. 102 rojnamevan hatine darizandin.

Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) di meha sibatê de 10 biryarên qedexekirina weşanê dan, ji bo 4 televîzyonan di asta herî jor de cezayê pereyan da, ji bo 3 rojan cezayê reşkirina ekranê da televîzyonekê. Her wiha di meha sibatê de 4 malperên înternetê hatin girtin, 19 jê hatin astengkirin û naverokên 345 parvekirinên medyaya civakî jî hatin astengkirin.”

Herwiha, Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê, 10 biryarên qedexekirinê dane ji 4 televîzyonan re ceza birîne, 4 malper girtine, 19 jê hatine astengkirin û naverokên 345 parvekirinên medyaya civakî jî hatine astengkirin.