Heyder Ebadî: Pêwîstiya me bi kesên ku karibin reforman bikin heye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî di panela “Nêrîna pirsgirikên aborî û siyasî yên Iraqê; Reform an Hilweşîn?” got “Pêwîstiya me bi bingehên sereke û kesên ku bi me re kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dîtina reforman hene. Wek mînak, pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de em dikarin bi diyalogê çareser bikin.”

Roja sêyemîn a Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” roja Pêncşema 2ê Adara 2023an berdewam e. Panela ‘Nêrîna pirsgirikên aborî û siyasî yên Iraqê; Reform an Hilweşîn?” bi beşdariya Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî û bi moderatoriya Dr. Mihemed Îhsan hat sazkirin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî anî ziman, “Eger ev hikûmet erka xwe bi dawî bike dê 3 salan berdewam bike lê li ser vê rêkeftinê xebatên hilbijartinên herêmî yên ku dê bibe bingehê hilbijartinên parlamentoyê dixebitin.”

Heyder Ebadî anî ziman, “Min dengê xwe neda hikûmetê ji ber ku min li ser avakirina hikûmetê li hev nekir lê ez beşeke Çarçoveya Hevahengiyê me. Eger ev hikûmet têk biçe dê gel gelek mexdûr bibe.”

Serokwezîrê berê yê Iraqê Ebadî hişyarî da û dibêje “Welat pêdivî bi nêrîneke yekgirtî heye û em hewce ne ku mirovên herî baş li ser wê dîtinê bicîh bikin. Ger em rewşa xwe sererast nekin, dibe ku paşeroja me nebaş be.”

Li ser bilindbûna nirxê dolar li hemberî dînarî Iraqî û derxistina dolar bi qaçaxî ji Iraqê Heyder Ebadî vê yekê wek metirsiyek li ser serweriya Iraqê binav kir got “Qaçaxçîtiya dolar gef e li ser serweriya Iraqê.”

Abadî anî ziman ku DAIŞ li Mûsilê hat şikandin û got, "Berê min digot qey DAIŞ bi dawî bûye, lê wisa xuya dike ku ne wisa ye."

Ebadî amaje bi wê yekê kir ku di serdema serokwezîrtiya wî de DAIŞ nêzî Bexdayê bûye heriwha dibêje “DAIŞ rêxistineke terorîstî ya pir metirsîdar e û dibe ku careke din derkeve holê”

Serokwerîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî bal kişand ser girinya reform û diyalog û diyalogê “Pêwîstiya me bi bingehên sereke û kesên ku bi me re kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dîtina reforman hene. Wek mînak, pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de em dikarin bi diyalogê çareser bikin.

Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de behsa gendeliya berbelav li Iraqê kir û got “Bêyî şantajê yan jî neçarî peredanê tu nikarî tiştekî bikî.”