Nêçîrvan Barzanî: Em dê proseya rêxistin û yekkirina Pêşmerge bibin serî

02-03-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Matthew McFarlane Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymaniyê li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane kir. Nêçîrvan Barzanî got “Em dê proseya rêxistin û yekkirina Pêşmerge bibin serî.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di civînê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa û berpirsên payebilindên Wezareta Pêşmerge amade bûne û pêngavên çaksazî û birêxistinkirina Pêşmerge, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê da ji bo rûbirûbûna terorê hatine gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî spasî û xweşhaliya xwe ji bo piştevaniya Amerîka û Hevpeymanan li Pêşmerge û artêşa Iraqê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku tevî astengî û pirsgirêkan, Wezareta Pêşmerge li ser proseya çaksazî, rêxistin û yekxistina Pêşmerge berdewam dibe.

Herwiha Barzanî spasiya Amerîka û welatên din ên dost jî kir ku di vê proseyê de alîkarî û piştevaniya wan dikin.

Di civînê de her du aliyan bal kişandin  li ser wê yekê hat kirinhêşta DAÎŞ li Sûriyê û Iraqê metirsiyeke ciddî û rasteqîne ye û gefan li aramî û seqamgîriyê dike, ji bona vê yekê jî tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya Hevpeymana Navdewletî li Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkarî û hevahengiya di navbera Pêşmerge û arteşa Iraqê ji bona rûbirûbûna terorê û nehêlana wî bi yekcarî, kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa kampa Holê li Sûriyê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî mijarên din yên civînê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst