Li Stenbolê 26 jinên Endonezyayî ku rehîn hatibûn girtin hatin rizgarkirin

02-03-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Jin Endonezya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê 26 jinên Endonezyayî ku bi zorê di avahiyekê de rehîn hatibûn girtin, bi operasyonekê hatin rizgarkirin. Li gor zanyariyan ew jin ji bo ku biçin welatên Îmarat û  Iraqê hatibûn Stenbolê, lê 3 kesan dest danîne ser telefon û pasaportên wan û ew rehîn girtine.

Li gor zanyariyan roja Pêncşemê 2ê Adara 2023an tîmên girêdayî Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê hatine agahdarkirin ku di avahiyeke li navçeya Bahçelîçevler a Stenbolê de hejmareke zêde ya jinên Endonezyayî bi zorê tên ragirtin.

Hêzên ewlekariyê piştî agahdarkirinê bi operasyonekê avêtin ser wê avahiyê û 23 jinên Endonezyayî di wê avahiyê de dîtin ku rehîn hatibûn girtin.

Hat ragihandin ku kesên ew 23 jin rehîn girtine welatiyê Îranî yê bi navê Y.K û welatiyê Iraqê yê bi nave R.N.S bûn û kesekî din ên bi navê T.M ne û hêzên ewlekariyê bi operasyonekê avêtin ser malên kesên navborî û 3 jinên din ên Endoznezyayî dîtin û hersê  gumanbar jî destserkirin.

26 jinên Endoznezyayî ku li dû navnîşanan bi zorê dihatin ragirtin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin rizgarkirin.

Li gor zanyariyên ku jinên Endoznezyayî di îfadeya xwe de gotine ku  wan girêbest ligel kompnayayeke li welatê xwe îmzekirine ku mehane li beramber 300 dolaran li welatên Iraq û Îmaratê kar bikin û bi wê armancê hatine Stenbol daku biçin wan welatan. Piştî ku hatine Tirkiyê jî li benda wê yekê mane ku karûbarên wan ên çûna bo wan welatan temam bibin, lê sê gumanbaran ew bi zorê di wê avahiyê de rehîn girtine.

Hat ragihandin ku wan hersê gumanbaran bo dema 2 mehan dest danîne ser pasaport û telefonên wan 26 jinên Endonezyayî û ew rehîn girtine.

Ji 2 gumanbarên ku di operasyonên de hatibûn destserkirin Y.K û T.M piştî karûbarên yasayî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Welatiyê Iraqî R.N.S jî bi mercê kontrola dadî hat azadkirin û karûbarên dersînorkirina wî hatin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst