Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî gihîşt Hewlêrê

02-03-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 2ê Adara 2023an pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kir. Wêne: Rûdaw
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 2ê Adara 2023an pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kir. Wêne: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê.

Îro Pêncşemê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê, Guterres û Nêçîrvan Barzanî dê li Hewlêrê bicivin.

Guterres herwiha dê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re jî bicive.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dê piştre li ser têkiliyên xwe yên Bexda û Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar bixe.

 

 

Antonio Guterres ku duh bi serdanekê li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê bû, şeva Çarşemê li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê yê li Bexdayê Helkewt Ezîz ragihand ku ew dê roja Pêncşemê 2ê Adara 2023 serdana Hewlêrê bike.

Guterres têkildarî nakokiyên siyasî jî tekez kir, ku divê aliyên siyasî ji bo çareseriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê bicivin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst