Ji ber girtina Sêmalka bi dehan bûk û zava ji hev qut bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber girtina deriyê Pêşabûr-Sêmalka bi dehan bûk û zava ji hev qut bûne û bûkên li aliyê Rojava daxwaz dikin rê bi wan bê dayîn ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û bigihijin dergistiyên xwe.

Nerazîbûna xelkê

15yê Berfanbara 2021ê deriyê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, hatibû girtin.

Derî 24ê Çileya 2022yan, careke din hat vekirin, lê heta niha rê nayê dan ji bo derbaskirina bûkên ku dixwazin ji Rojavayê Kurdistanê bêne veguhestin bo Başûrê Kuridstanê, êdî ev yek jî cihê gazina xelkê ye, ku daxwaza rêpêdanê dikin ji bo bûk jî bikaribin derbas bibin.

`Çend meh e em li bendê ne`

Înas Xalid, Bûkek ji bajarê Dirbêsiyê, dibêje, “Em dixwazin sînor li ber me bê vekirin û em bikarin biçin aliyê din û bigihjin dergistiyên xwe. Ev çend meh e em li bendê ne ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê heta niha jî ti gotine tune ku bûk bikarin derbas bibin.”

Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, ew derî tenê ji bo çûn û hatina endamên rêxistinan navdewletî û kesên hilgirên belgenameyên welatên biyanî ye û herwiha li ber derbasbûna nexweşên penceşêrê vekirî ye. Lê ji ber ku rê nayê dan, ku bûk derbas bibin, êdî ew jî dengê xwe digihînin aliyên pêwendîdar ji bo dîtina çareyekê ji vê pirsê re.

Daxwaza ji berpirsan

Bûka ji Dirbêsiyê Înas Xalid daxwaz ji berpirsan dike, “Em dixwazin van agahiyên me bigihîn Hikûmeta Kurdistanê, wek bûkên Rojava em li vî alî mane û dergistiyên me li aliyê din ê Başûr mane. Em dixwazin bigihijin dergistiyên xwe. Ev çend meh e deriyê Pêşabûr-Sêmalka hatiye girtin. Daxwaza me bûkan ew e ku ev derî bê vekirin.”

Piştî astengkirin û qedexekirina çûn û hatina bûkan, bi rêya deriyê Pêşabûr-Sêmalka, daxwaz tê kirin ku careke din derfet hebe, ku bûk derbas bibin û dilên wan û kesûkarên wan xweş û şad bibin.