Videowall - Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser

02-03-2022
RÛDAW
Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser
Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar daye reşnivîsa “Peymana Civakî" têxe giştpirsiyê, berî ku bê pejirandin.

Li gor lihevkirina ENKS û PYNKê, divabû ew peyman, bi awayekî hevbeş bihata serastkirin, lê piştî rawestana diyaloga herdu aliyan, partiyên Rêveberiya Xweser bi tena xwe reşnivîs amade kiriye û ENKSê jî wê peymanê bakot û red dike.

Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser

Komîteya dariştina reşnivîsa Peymana Civakî ya Rêvebeirya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji nûnerên pêkhate û partiyên siyasî, kesayetî û civaka sivîl û yasanasan.

Roja 12yê Sibata 2022yan, reşnivîsa “Peymana Civakî” bi tevayî hate amadekirin.

Li gorî ragihandina hevserokatiya Rêveberiya Xweser, ew peyman, mekanîzma karê hemû saziyên Rêveberiya Xweser li xwe digire.

Biryar e Rêveberiya Xweser reşnivîsê di meha Adarê de têxe giştpirsiyê.

Piştî giştpirsiyê, Encûemena Giştî ya Rêveberiya Xweser dê reşnivîsê bipejirîne û kar pê bê kirin.

Yasir Elsilêman, cîgirê Hevserokatiya Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibêje: Berfanbara 2021ê Komîteya Berfireh a Amadekirina Reşnivîsa Projeya Peymana Civakî hate damezrandin, ku 158 kes tê de beşdar bûn.

Komîteyeke biçûk ji 30 endamî, ji nav komîteya berfireh hate pêkanîn.

Herdu komîte nûnerên pêkhateyên navçeyê li xwe digirin, ji Kurd, Ereb, Siryan, Çerkes, Ermen, Çeçen û pêkhateyên din. 

Peymana Civakî ji van beşan pêk tê:

Dîbace, prensîpên bingehîn, maf û azadî, sîstema dadmendiya civakî, di nav de jî mafên jinan.

95 madeyan li xwe digirin, derbarê: Awa û sîstema birêvebirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Straktura dezgehên wê, mekanîzmaya rêkxistina civakê û hilbijartinan, nerîna wê li pêkhateyan û paşeroja Sûriyê û partî û rêxistinên siyasî, herwiha zimanên ku wê bêne bikaranîn, nerîna wê li jinê, berevanî, çand û rewşenbîrî, jîngeh, abûrî, perwerde û xwendin, çavdêrî û mekanîzmaya çareseriyê.

Ew peyman weke destûrekê ye ji bo rêkxistina karên Rêveberiya Xweser, ji aliyên siyasî, abûrî û civakî ve, û amadekariyek e ji bo nivîsîna destûreke yekbûyî ji bo Sûriyê tevî, bi hemû pêkhateyên wê.

Sala 2014yan, Rêveberiya Xweser li hersê herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê, Peymana Civakî ragihandibû, lê aniha wê peymanê serast dike ji bo hemû navçeyên Rêveberiya Xweser.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst