Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan ên li Iraq û Sûriyê General Brennan kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de, rewşa meydanî û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Her di wê hevdîtinê de, tekezî li hevahengî û karê hevbeş ê di navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de û pêngavên çaksaziyê yên di Wezareta Pêşmerge de hate kirin.
Di beşekî din ê hevdîtinê de, şanda Hevpeymaniya Navdewletî tekezî li ser giringiya dostanî û hevbeşiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse