'Di êrîşa hêzên Sûriyê de 2 şervanên me şehîd bûne'

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Serbazî ya Til Temir ragihand ku roja Sêşemê, di encama êrîşa hêzên Sûriyê de 2 şervanên Encûmenê şehîd bûne.

Encûmena Serbazî ya Til Temirê daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “Roja Sêşemê, derdora demjimêr 3 û 30 xulek, piştî nîvro, hêzên hikûmeta Sûriyê li gundê Gozeliyê êrîşî xaleke şervanên Encûmena Serbazî ya Til Temirê kirine.”

Encûmena Serbazî di daxuyaniya xwe de got jî “Di encama derketina şer û pevçûnan de, 2 şervanên Encûmenê şehîd bûne û şervanek jî birîndar bûye.”

Li gor heman daxuyniyê 2 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne.