Nêrçîrvan Barzanî: Papa dergehekî cîhanî bo Kurdistanê vedike

02-03-2021
Nîşan Papayê Vatîkanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî serdana Papayê Vatîkanê  Papa Francis bo Hewlêrê got ku dergehekî berfirehê cîhanî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê vedike û cihê xweşhaliya hemû pêkhatane.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro Sêşemê 2yê Adara 2021an li Hewlêrê pêşwazî li Birîkarê Pêşketiyê Wezareta Derveya Iraqê, Serokê Lîjneya Bilind a Amadekariyên Serdana Papa Bo Iraq û Herêma Kurdistanê Nizar El Xeyrullah kir.

Di hevdîtinê de Nizar El Xeyrullah amadekarî û bernameya Papayê Vatîkanê  Papa Francis ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî kir û xweşhaliya xwe bi hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de derbirî ku hemû rêkar û merasîmên ligel Papa plan ji bo danîne.

Ji aliyê xwe Barzanî serdana Papa ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê wek bûyereke dîrokî pênase kir û da zanîn ku ew dibe dengvedanekî cîhanî.

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand li ser peyam û girîngiya serdana Papa û got ku dergehekî berfireh ê cîhanî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê vedike û cihê xweşhaliya hemû pêkhateyan e, û derfetek e jî ji bo kûrtirkirina kultûra pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina di navbera hemû pêkhatan de.

Roja Înê 5ê Adarê Papayê Vatîkanê digihe Firokexaneya Navdewletî ya Bexda, ji xeynî dîtina siyasetmedaran, serdana Kenîseya “Seyde Necat” a Suryanî-Katolîk dike.

Papayê Vatîkan roja piştre diçe Necefê û Elî Sîstanî dibîne. Her heman rojê serdana bajarê Ur li Zîqar dike. Roja Yekşemê Papayê Vatîkan digihe Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, piştî dîtina berpirsên hikûmî û olî, heman rojê diçe Mûsilê û bo qurbaniyên şer nimêj dike. Piştre serdana Dêra Tahreya Mezin a Qereqûş.

Her Yekşemê vedigere Hewlêrê û beşdarî Qedasa Yekşemeya Krîstiyanan a li Stadyûma Fransiwa Herîrî dibe. Roja Duşembê vedigere Firokexaneya Bexdayê û ji wê derê ber bi Vatîkanê dikeve rê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst