HSD red dike derbarê Idlibê de ligel Şamê danûstandin kiribe

03-03-2020
RÛDAW
Nîşan Sûriye HSD Idlib Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike, ku danûstandin di navbera wê û hikûmeta Sûriyê de, derbarê karekî hevbeş di şerê Idlib û Efrînê de hatibin encamdan.

Hinek çavkaniyên medyayî ragihandiye ku hevdem ligel şerê li Idlibê, di navbera artêşa Sûriyê û hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de, li wê parêzgehê, “Hêzên Rizgarkirina Efrînê”, ku ser bi HSDê ne, di destpêka meha borî de, ligel hikûmeta Sûriyê ketibû danûstandinan.

Derbarê vê mijarê de, 2 berpirsên pilebilind ên HSDê, ji Rûdawê re tekez kirin ku ti danûstandin di navbera wan û Hikûmeta Sûriyê de, bi mebesta beşdarbûna HSDê yan Hêzên Rizgarkirina Efrînê, di şerê Idlibê de, li beramber karekî hevbeş ji bo vegerandina Herêma Efrînê, nehatiye kirin.

Herdu berpirsên HSDê ji Rûdawê re gotin: “Rastî ji wê nûçeyê re nîne ku bi armanca karekî hevbeş ji bo vegrandina Efrînê ew bi hikûmetê re ketine danûstandinan ji bo karekî hevbeş di şerê Idlibê de, li kêleka Artêşa Sûrî.”

Her li gorî medyayên ku ev nûçe ragihandine, HSDê di danûstandinên xwe de ligel hikûmeta Sûriyê, beşdarbûna xwe di şerê Idlibê de, bi karekî hevbeş ji bo vegerandina Efrînê ve girêdaye, lê Rûsya ev yek red kiriye û nexwestiye pêk bê, ji bo ku li herêma Efrînê, behaneya "Şerê PKKê" nekeve destê Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst