Cengîz Çandar: Tirkiye bêçar ma ku ji Hewlêrê razî bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û Rojnameger Cengiz Çandar, rewşa niha ya Sûriyê şibande dema Şerê 30 Salan ê Ewropayê. Di derbarê helwesta Tirkiyê ya li ser Herêma Kurdistanê jî Çandar got: “Tirkiye pê ne razî bû, lê bêçar ma ku razî bibe.”

 

Cengîz Çandar, beşdarî panela bi serenavê “Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên seqamgîrî û hikumranîyê” ya ku di çarçoveya 1emîn Kolbenda Hewlêrê de îro, li paytext Hewlêrê, ji alî Navenda Lêkolînan a tora medyayê ya Rûdawê ve hate lidarxistin bû. Çandar di vê panel de, di derbarê Sûriyê de anî ziman ku di siberoja nêzîk de, li Sûriyê, seqamgîrî ne pêkan e.


“Sûriye, seqamgîrî û plan îro dûrî hev in”


Çandar got: “Plana seqamgîriya li Sûriyê, ger em gotinên vala nebêjin, di mercên îro de ne pêkan e. Peyvên ‘Sûriye’, ‘Seqamgîrî’ û ‘Plan’, ji bo îro, ne ew peyv in ku bêne cem hev. Li Sûriyê herkes bi herkesî re şer dike, bê navber hevpeyman diguherin. Ji aliyekî ve hemû zilhêzên dinyayê pêve pêwend in, hêzên herêmî yên mezin ên wek; Îran, Tirkiye û heta radeyekê Erebistana Siûdî di nav vê leystikê de ne.”

 

Cengiz Çandar, diyardeya ku ‘Rojhilata Navîn bi peymana Sykes û Picotê teşe stendiye’ rexne kir û got ku “Ev ne rast e. Ger wisa bûya, pêwîst bû Mûsil erdê Sûriyê bûya.”

 

“Nîzama ku bi zorê hatiye sazkirin, li vê erdnîgariyê nagoncive”

 

Çandar di derbarê perçebûna bi zorê ya Kurdan de anî ziman ku li gel zorê jî Kurdên perçeyên cuda, xwe nêzîktirî hev dibînin li gel neteweyên din û wiha berdewam kir: “Duh, Azad Cundiyanî ji min re got ku ‘Ez xwe wek kesekî Iraqî nabînim. Ez Besrayî yan jî Necefiyekî nêzîkî xwe nabînim. Ez Kurdekî Amedî, Qamişloyî yan jî Kobaniyî nêzîktirî xwe dibînim.’ Ev rastî bi me dide zanîn ku nîzama Rojhilata Navîn a ku bi zorê hatiye sazkirin, li vê erdnîgariyê nagoncive.”

 

“Tirkiye, bêçar ma ku ji Herêma Kurdistanê razî bibe”

 

Çandar di derbarê polîtikaya Amerîkayê ya di derbarê Sûriyê û Tirkiyê de jî rave kir ku piştî şerê sar, dinya ji cotzilhêziyê derbazî yekzilhêziyê bûye û got: “Wekî din ew (Amerîka) dê çi bike. Amerîkayê di meha Kanûna sala çûyî de, ji Erdogan re  dibêje; ew der ê we ye. Lê belê niha çi dike. Venakişe.”

 

Li ser pirseke razîbûn an nerazîbûna Tirkiye ya ji Herêma Kurdistanê jî Cengîz Çandar got: “Tirkiye ji Herêmbûna Kurdistanê ne razî bû, lê belê bêçar ma ku razî bibe.”