Parêzgeha Besrayê dixwaze bibe herêm

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Besrayê, li gel ku ji aliyê neftê ve dewlemendtirîn parêzgeha Iraqê ye jî, ji ber nebûna kar û xizmetên mirovî, şêniyên Besrayî çendîn car xwepêşandanên girseyî kirin. Lê niha êdî dixwazin Besra bibe herêmeke federal.

 

Besrayî, diyar dikin ku bêkarî, nebûna xizmetên mirovî û paşguhkirina hikûmeta navendî ew bêçar kirine ku bixwazin bibine herêm.

 

Bi mebesta ku parêzgeha Besrayê bibe herêmeke federal, li vî bajarî, bi pêşengiya du çalakvanan kampanyayeke mezin hatiye destpêkirin. Çalakvanan, bi egerên ku destûr pêk nehanîne û rê nedane ku hilbijartinên diyarkirina çarenûsa xwe pêk bînin, li dijî serokwezîr û Komisyona Bilind a Hilbijartinê gilîname dane Dadgeha Federalî ya Iraqê.

 

Secad Keabî, yek ji wan çalakvanan e ku vê kampanyayê dimeşînin, anî ziman ku herêmkirina Besra, dê piraniya pirsgirêkên Iraqê çareser bike, Keabî got: “Taybet li Besrayê, şiyana pêkanîna projeyên xizmetê ya hikûmeta navendî, tune ye. Azar li kuderê ye, em li vê derê ne; lê çareserkêş ne li wê derê ye. Gelê Besrayê vê yekê baş dizane.”

 

Li gor destûra Iraqê, ji bo pêşkêşkirina pêşnûmayên parêzgehan, pêwîst e ji %30 endamên Encûmena Parêzgehan pesend kiribe.

 

Ji 35 endamên Encûmena Parêzgeha Besrayê, 14 endaman, bi mebesta Besra bibe herêm piştgirî daye vê daxwazê. Lê belê hikûmeta navendî ya Iraqê li dijî vê helwestê derketiye û amade nîne nîqaşê li ser vê mijarê bike.

 

Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Besrayê Welîd Kêtan anî ziman ku herêmkirina parêzgeha Besrayê, bûye daxwaza sereke ya gelê Besrayê û got: “Gelê Besrayê, bi hemû şêweyan hewl dide ku ev yek pêk bê. Lê mixabin hikûmeta navendî pir bêxem e. Bi aşkerayî destûrê binpê dike û rê nade me. Encûmena Parêzgeha Besrayê, dezgeheke fermî û rasteqîn e ku nûneriya gelê Besrayê bike. Heta niha me 5 daxwaznameyên fermî li encûmena parêzgehê tomar kirine, lê ev daxwaz nayê pêkanîn.”

 

Parêzgeha Besrayê, taybet di du mehên dawî de bi çalakiyên mezin ên nerazîbûnê tê rojevê. Ji ber kêmbûna avê, zêdebûna bêkariyê û nebûna hemû xizmetên jiyanê, li gellek deverên Besrayê çalakiyên girseyî pêk hatin.

 

Li Besrayê rêjeya bêkariyê gihîştiye ji %80 û ya hejariyê jî gihîştiye ji %50.