Basîm Kamîl Nesr: Divê welatiyên Sûriyê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin

02-03-2019
RÛDAW
Parlementerê berê yê Misirê Basîm Kamîl Nesr
Parlementerê berê yê Misirê Basîm Kamîl Nesr
Nîşan Korbenda Hewlêrê Basîm Kamîl Nesr Misir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerê berê yê Misirê Basîm Kamîl Nesr di wê baweriyê de ye ku çareseriya rewşa Sûriyê bi wê yekê ve girêdayî ye ku gelê wî welatî bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin û reformên mezin ên siyasî li Sûriyê werin kirin.

 

Basîm Kamîl Nesr di panela Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya Salane de li jêr navê "Sûriye û modelên seqamgîrî" ragihand ku çareseriya rewşa Sûriyê ew e ku aştiya niştimanî di navbera hemû pêkhate û grûpên Sûriyê de were ragihandin, tenê ew ne têde ku li ser hilgirtina çek rijd in.”

 

Nesr li ser helwesta Misirê ya derbarê rewşa Sûriyê de got: “Helwesta fermî ya Misirê ew e ku yekîtiya Sûriyê bi awayê ku heye, were parastin, desthilat niha dest jê berde û reformên mezin ên siyasî li Sûriyê werin kirin û welatiyên Sûriyê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin bêyî destwerdana derve.”

 

Parlementerê berê yê Misirê herwiha got: “Misir biryar daye ji destpêkê heta niha destwerdana di karûbarên Sûriyê de neke û yek ji wan welatên kêm e ku di karûbarên Sûriyê de destwerdan nekiriye. Gelê Sûriyê divê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin. Welat bi azadî û demokrasî têne avakirin, bi dadperwerî, wekhevî û mafên welatîbûnê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst