Ako Mihemed: Mafê hemwelatibûnê li cihên pirsgirêkên neteweyî nebin heye

02-03-2019
RÛDAW
Ako Mihemde dibêje ew  ligel nivîsandina destûreke nû ya ji bo Iraqê nîne
Ako Mihemde dibêje ew ligel nivîsandina destûreke nû ya ji bo Iraqê nîne
Nîşan Korbenda Hewlêrê Roja duyem Tirkiye Sûriye Îran Ako Mohemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ragihand ku pêwîst e pirsgirêkên li Iraqê çareser bibin.

 

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane li jêr navê "Rêyên çareseriya pirsgirêkên asayiş û serweriyê li Rojhilata Navîn” de diyar kir ku ew kesên ku destûra  nû ya Iraqê amade kirin hevkar bûn û têgihîştineke baş ligel hev hebûn.


Ako Mihemde diyar kir ku ew  ligel nivîsandina destûreke nû ya ji bo Iraqê nîne.


Mihemed dibêje divê di çarçoveya destûra niha de yasayên nû bêne derxistin.

 

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê herwiha anî ziman: “Mafê hemwelatibûnê li cihên ku pirsgirêkên neteweyî nebin heye.” Ako Miheme di heman demê de got: “Me handanek baş bo aştiyê nedît”


Ako Mihemed wiha wiha axivî:


“Ji bo ji nû ve DAIŞ li Iraqê dernekeve holê, pêwîstî bi çareserkirina pirsgirêkên Sunne û Şîeyan heye. Baş e ev dê çawa çareser bibe? Di sala 2015an de Şîe û Kurdan ji bo destûra bingehîn dengê xwe dan. Her çend  referandumekî nefermî hebû jî, Kurdan dengê xwe da. Lê Sunne bi şêweyeke giştî beşdar nebûn.


Beşdarnekirina Sunneyan bû sedema malwêraniyekî û me hemûyan ji ew yek dît. Birêz Nuceyfî bi awayekî eşkere got ku çawa pirsgirêka Sunneyan heye li Iraqê, Falih Feyyaz jî got ku çawa Şîeyan xwest bi serê xwe hikmê Iraqê bikin. Wate divê ew pirsgirêk were çareserkirin.


Mijareke din, ez ligel wê yekê nînim destûreke nû bo Iraqê were nivîsandin. Ew kesên ku ev destûr nivîsandine bi salan ligel hev xebitine û ji hev fêm dikirin. Kesên li pey wan tê nemimkûne ku wek wan bikaribin bêne ba hev.


Di rewşa niha de ji bo çareseriyê divê di çarçoveya destûrê de yasayên nû bêne derxistin. Ew yas ji bo yasayên federal bûn. Heta niha gelek kesan dewleta federal qebûl nekirine. Jixwe hemû xalên wê zelal in û her tişt di holê de ne.


Yek ji mijarên din pirsa hemwelatîbûnê ye ku me gelek caran bihîstiye. Ti ciheke nîne ku pirsa netewî nebe. Li welatên Ewropa û welatên demokratîk mirov dikare behsa wekheviya hemwelatîbûnê bike. Lê li cihên ku pirsgirêkê netewî hene mafê hemwelatîbûnê nîne. Bi taybetî kesên li ser axa dijîn û ne koçber in.


Weke din ji bo aştiyê handanek bihêz nîne. Kî dê aştiyê pêk bîne. Divê kesên şer dikin aştiyê jî pêk bînin. Çimkî kesên di nav aştiyê de dijîn pêwistiya wan bi aştiyê nîne.

 

Wate kesên şerî dikin divê ji bo pêkanîna aştiyê rijd bin. Niha kesên li vir amade bibin balyozê aştiyê û ji bo aştiyê lobiyeke baş bikin û ji bo pêkanîna diyalogan helwesta xwe nîşan bidin wê demê me kareke gelek baş kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst