Li Qamişlo Mele Mistefa Barzanî hate bibîranîn

02-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Mele Mistefa Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qamişlo salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî hate bibîranîn

 

Doh Pênşemî 1ê Adara 2018an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 39mîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî hate bibîranîn.

 

Bi serperiştiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) merasîma bibîrabîna wefata Mele Mistefa Barzanî hate lidarxistin. Welatiyên Qamişlo û gundewarên wê, tevȋ barȋna baranê û zehmetiya çûn û hatinê beşdarî di vê merasîmê de kirin.

 

Welatiyên ku beşdarȋ vê ahengê bûn dibêjin ku ew li ser rêbaza Barzanȋ berdewam in û ew dibînin ku ev rêbaza berxwedanê ye di ber mafê gelê Kurd de.

 

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê 39emîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî yê nemir li bajarê Qamişlo vejand.

 

Bi başdarbûna cemawerekî mezin ji xelkên bajêr û nûnerên partiyên ENKSê û civaknas û rûsipî û kesayetiyên olî yên herêmê, ev roj hate bibîranîn.

 

Serkirdeyê PDKSê, Ebdulkerîm Mihemed behsa rêbaza xebata Mele Mistefa Barzanî di ber doza milletê Kurd de dike û dibêje, wê rêbazê wekhevî di nava kurdan de çê kir, berevanî li mafên jinan û zarokan kir, herwiha ti ciyawazî di navbera pêkhateyên weke Kurd, Ereb û Krîstiyanan de nekir.

 

Ebdulkerîm Mihemed herwiha diyar kir, rêbaza Mele Mistefa Barzanî, rêbaza yekrêziya navbera kurdan, rigzarkirina kurdan û projeya netewî ya Kurdî ye û tekez kir, ew girêdayî wê rêbazê dimînin.

 

Di çalakiyê de gotar li ser jiyan û ked û xebata Barzaniyê nemir hatin xwandin, herwiha jineke Kurd jȋ dibêje, ku ew dê keda Barzanȋ jibȋr nakin û dê li ser rêbaza wȋ berdewam bin.

 

Tevȋ barȋna baranê û zehmetiyên rê, welatiyên bajarê derveyȋ Qamişlo û gundewarên wê jȋ, li cihê ahengê civiyan weke wefadariyekê ji giyanê Barzanȋ re, welatiyek jȋ dibêje ku Barzanȋ dibistaneke ji Kurdan re.

 

Mele Mistefayê Barzanî bi dirêjahiya jiyana xwe, li nav gelê Kurd bû semboleke niştimanî û neteweyî. Di 14ê Adara 1903iyan de jidayikbû û roja 1ê Adara 1979an li Amerîkayê di encama nexweşiya pençeşêrê de koça dawî kir, lê her ew di dilê gelê xwe de sax ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst