Berfa çiyayê Gare bala geştiyaran dikşîne

02-03-2018
RÛDAW
Duhok
Duhok
Nîşan Çiyayê Gare Duhok Geştiyar
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Ji ber berfbarîna zêde ya li çiyayê Gare, ew dever bûye cihekî geştiyarî û her roj gelek geştiyar berê xwe didin wî çiyayî. Ji bilî balkêşiya berfê, geştiyar serdana Qesra Sedam jî dikin ku li ser çiyayê Gare ye.

 

Geştiyara bi navê Perî Ebdullah diyar kir ku eger teleferîkek heba ew der dê biba cihê geşt û geriyê, yan jî cadeke xweş heba gelek baştir dibû û got: “Her dema berf dibare em serdana vî cihê guzarî dikin û bes eger rê xweş ba gelek baştir dibû.”

 

Di rojên bêhnvedanê de geştiyar dema têne çiyayê Gare, nimayîşa otomobîlan encam didin, lê mebesta wan a din jî, dîtina dîmenên Qesra Sedam e.

 

Welatiyê bi navê Mehmûd Ehmed eşkere kir, ew ji bo ku li ser berfê demeke xweş derbas bike tê çiyayê Gare û destnîşan kir ku wî xwestiye Qesra Sedam jî bibîne.

 

Derdora Qesra Sedam hêj bi temamî  ji mayîn û teqemeniyan nehatiye paqijkirin û geştiyar daxwaz dikin ku ew der bi temamî werin paqijkirin daku zirar nebînin.

 

Geştiyarê bi navê Tariq Silêman dibêje ku gelek caran malbat têne ji bo geştiyariyê û zarok nizanin li derdora qesrê mayîn û teqemenî mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst