Li Dêrikê kurd, ereb û xirîstiyan bi hev re dijîn

02-03-2017
Rûdaw
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Dêrik Kurd Ereb Xiristiyan
A+ A-

Dêrik (Rûdaw) - Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê kurd, ereb û xirîstiyan bi hev re di jiyaneke aramî de dijîn.


Bi sedema şer û pevçûnan li Sûriyê, navçeyek nemaye ku bandora vê rewşê lê nebûye. Lê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê yek ji wan deveran e, ku heta niha ji aliyê terorê ve tûşî teqînan nebûye. Xelkên wê jî, tevî zehmetiyên debara jiyanê, di aramiyê de dijîn.


Tevger û çûnhatin li vî bajarî nîşana vê aramiyê ne, ku hêj destê terorê negihiştiyê û nişteciyên wê bi hev re alîkar in.


Welatiyek ji Dêrikê yê bi navê Mehmûd wiha got: “Bajarê Dêrikê, take bajarê ku, ji destpêka bûyeran ve heta niha kêşe û teqîn lê derneketine, ji ber ku gel bi asayişan re alîkar e. Çi tevgereke cihê gumanê hebe, sivîl bi xwe asayişan agahdar dikin."


Ev hêminî û aramî vedigerine çend sedeman. Yek jê, cihê wê yê cografî, ku dûrî navçeyên şer û pevçûnan e û nêzîkî sînorên Tirkiye û Iraqê ye. Nişteciyên Dêrikê jî bi hev re alîkar in.


Welatiyek ji Dêrikê Yasir Hemze jî got: “Dêrik navçeyeke aram e. Ew jî ji ber gelek sedeman. Yekem sedem ku ew ji navçeyên şer û pevçûnan dûr e. Duyem ew nêzîkî sînorê Tirkiye û Iraqê ye. Nişteciyên Dêrikê ji xiristiyan, ereb û kurdan, yek in. Çi bibe em bi xwe tevgerê dikin, bêyî ku em ji kesekî re jî bêjin."


Dêrika Hemko, ya Rojavayê Kurdistanê ji kurd, xiristiyan û ereban pêk tê. Êdî dema kesekî biyanî li wê derê tê dîtin, yekser tê naskirin û tevgera wî dikeve bin çavdêriyê û xelk di vê yekê de alîkariya hev dikin.


Xelkên Dêrikê bi hezkirin û dilxweşî di aramiyê de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst