Jin xwe ji bo 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan û referandûmê amade dikin

02-03-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Parlementera HDPê û nûnera femînîstên Tirkiyê Filiz Kerestecîoglu bang li jinên parlementer kir ku ew roja 8ê Adarê neçin parlementoyê û dest bi baykotê bikin. Li aliyê din li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jin xwe hem ji bo referandumê hem jî ji bo 8ê Adarê roja cîhanî ya jinan amade dikin.


Amadakariyên 8ê Adarê roja cihanî ya jinan hem li Tirkiyê hem jî li Bakurê Kurdistanê dest pê kirine.


Bi vê helkevtê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Filiz Kerestecioglu,  ku ew weke nûnera femînîstên Tirkiyê jî tê zanîn bang li jinan kir ku ew roja 8ê Adarê bikevin grevê û karên xwe baykot bikin.


Parlementera HDPê û Endamê Herakata Femînîstan Filiz Kerestecîoglu ji Rûdawê re wiha got: “Em roja 8ê Adarê nayên parlementoyê û ez bang li hemû jinan dikim ku ew jî neçin kar. Ji ber ku em jin dikarin bi hêza xwe jinayaneke azad, cihaneke azad ava bikin.”


Li aliyê nêzîkî 60 komele û rêxistinên jinan jî bi  civinêkê  hem li referandumê hem jî li ser 8ê Adarê helwesta xwe eşkere kirin. Ew dibêjin 8ê Adarê dê bibe derfetek bo lidijîderketina kirinên hikumetê.


Endama İnsiyatîfa Jinan Yonca Sunal jî got: “Pêşniyarên gellek balkêş ji aliyê jinan ve hatine kirin. Bi taybetî li ser referandumê û sedemên helwesta jinan ka jin çima divê bêjin `na`  ev daxuyaniya me weke destpêkê bû. Yekem çalakiya me jî dê 8ê Adarê pê ve were.”


Endama Însîyatifa Li Dijî Destdirêjiyê jî wiha axivî: “Em dikarin bêjin ku rewşa awarte ya niha heyî, ji me re nîşan dide ka dê sîstema serokatiyê û guhertina destûrê çi bîne pêşiya me. Em dibînin ku di dema rewşa awarteye kirinên li dijî mafê jinan zêdetir bûne. Qetilkirina jinan, destdirêjiya cinsî ya li ser jinan û zarokan zêdetir bûye.”


Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha gellek caran çalakî û mitingên jinana ên bi boneya 8ê Adarê ji aliyê reyadaran ve hatiye qedexekirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst