Altan Tan li ser Ala Kurdistanê bersiv da Devlet Bahçelî

Amed (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê Altan Tan ji Rûdawê re got: "Ala Kurdistanê, nirxê hemû kurdan e. Tan rexne li Serokê MHPê jî girt û got, çima rêzê ji alên din re digire, lê ji bo Ala Kurdistanê rêzê nîşan nade".

 

Parlamenterê Partiya Demorkataîk a Gelan (HDP) yê Amedê Altan Tan, gengeşeyên li ser Ala Kurdistanê ku piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Tirkiyeyê çêbibûn, ji Rûdawê re nirxand.

 

Altan Tan diyar kir, ku Ala Kurdistanê nirxê hemû kurdan e û rexne li helwesta ji Serokê Giştî yê Partita Tevgera Niştimanî ya nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî girt, ku rêzê li Ala Kurdistanê re nîşan nade.

 

Tan ji Bahçelî pirsî; "Tu ji Ala Yûnanê, Eremisntan û Ala Bulgaristanê aciz nabî, çima ji ala Kurdan aciz dibî?"

 

Herwiha Altan Tan got: "Çima her gav kurd û tirk dibêjin em 1000 – 1200 sal birayê hevdu ne? Madem em birayê hevd in, nexwe ala te ala min, ala min jî ala te ye. Madem ku em bi rastî jî bira ne, divê ji vêya aciz nebin".