Kurdistan û Erebistan pêwendiyên xwe pêş dixin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwazî li  Serkonsulê Nû yê Erebistana Siûdiyê yê li Hewlêrê kir.

 

Îro 2yê Adara 2017an Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê, pêşwazî li Serkonsulê Nû yê Erebistana Siûdiyê yê li Hewlêrê Feysel Bin Mensûr li Ofîsa Serokatiyê kir.

 

Li gor agahiya ji Ofîsa Serokatiyê, Serkonsulê Nû yê Erebistanê Feysel Bin Mensûr, piştî ku silavên Şahê Erebistana Siûdiyê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, ji ber destbikarkirina li Hewlêrê, kêfxweşiya xwe anî ziman.

 

Herwiha Mensûr destnîşan kir, ew hêvî dike ku pêwendiyên navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di babetên aborî û bazirganiyê de pêş bikevin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê hevdîtinê de hêviya serkevtinê ji Serkonsulê Nû yê Erebistana Siûdiyê yê li Hewlêrê Feysel Bin Mensûr re xwest û hêviya xwe anî ziman, ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî xurttir bibin.

 

Herwiha Barzanî diyar kir, saziyên Herêma Kurdistanê xebatên Erebistana Siûdî dê hêsan bikin û pêşgiriyê bidin xebatên wan.


Serkonsulê Nû yê Erebistanê di berdewamiya hevdîtinê de, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku di karûbarên wan de alîkariya wan dike û hêsankariyan ji xebatên wan re pêk tîne.


Feysel Bin Mensûr hêvî jî xwest, ku asta pêwendiyên xurt ên navbera her du welatan bibe bingehel baş bo her her du aliyan.