Gelo PKK dixwaze li Başûrê Kurdistanê kanton ava bike? Rayedar bersiv didin

02-03-2016
RÛDAW
Hemîd Ebdullah
Hemîd Ebdullah
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Devera Raperînê ya Başûrê Kurdistanê, Hemîd Ebdullah ragihand, li wê deverê ti tevgerek sosret û alozker nehatiye dîtin û hêzên ewlehiyê jî ji bo her bûyer û îhtimaleke xeter amade ne bersiv bidin.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî duh ji Rûdawê re gotibû, hinek partî û hêzên Başûrî dixwazin li navçeyên Qeladizê, Raniye û deverên derdora Silêmaniyê (ku wek Devera Raperînê tê nasîn) li dijî sazî û navendên fermî yên Herêma Kurdistanê rabin. Bi taybet ew partiyên ku nêzîkî PKKê ne, dixwazin vî karî bikin…

Hewramî gotibû, em dikarin vê yekê bi belge nîşan bidin û îsbat bikin. Me konsulxane û dîplomatên biyanî yên li Kurdistanê jî ji vê rewşê agahdar kiriye.

Li  gorî wî rayedarê PDKê, PKK û partiyên Başûrî yên nêzîkî wê dixwazin di salvegera serhildana Devera Raperînê de, ku roja 5ê vê mehê ye, wî planê xwe bicîh bînin!

Li ser vê îdiaya PDKê, berpirsê Devera Raperînê Hemîd Ebdullah ji Rûdawê re got, hefteya borî tiştekî wisa hat belavkirin ku hinek hêz bi alîkariya PKKê dixwazin li Devera Raperînê aloziyan derxînin û navçeyekê ji Kurdistanê veqetînin. Lê piştî ku me derheqê vê dengoyê de lêkolîn kir em piştrast bûn ku tiştekî wisa derew e.

Hemîd Ebdullah diyar kir ku tevahiya hêzên ewlehiyê li Devera Raperîn di rewşa awarte û amadehiyê de ne, kengê bûyerek xeter û alozker derket dê li hember rawestin.

Berpirsê Devera Raperînê ji xelkê Kurditanê û Devera Raperînê xwast ku piştrast bin tiştekî wisa tine û nabe jî her wiha bang li hemûyan kir, di salvegera serhildana Devera Raperîn de hişyar bin da ku ti bûyerek tal çênebe.

Li gorî hinek çavkaniyan, PKK û ew hêzên nêzîkî wê dixwazin li Devera Raperînê, ku di bin desthilata YNKê de ye, sîstema kanton ava bike.


Heta niha PKKê li ser van îdiayan tiştek negotiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst