Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, cotkaran bi ked û zehmetiyeke mezin berhemên xwe çandine û li benda baranê ne lê heta niha barana pêwîst nebariyaye.
Beşek ji cotkaran bi derfetên xwe bîr kolane û berhemên xwe av didin da ku keda wan a salê av û av neçe.
"Cotkar perîşan bûne û em bi bîran erdên xwe av didin"
Cotkar Serhat Batirhan wiha anî ziman, "Îsal li cem me ziwayî derbas dibe. Şilî nehatiye.
Ne berf, ne baran li vê beriyê nehatiye. Me bi derfetên xwe bîr kolane û ji 500 heta 600 metreyî av derxistiye
Cotkar perîşan bûne û em bi bîran erdê xwe av didin. Eger wiha berdewam bike dê ava binê erdê yanî ava bîran jî kêm bibe."
Li gorî amarên Fakulteya Zanist û Teknoljiyên Çandiniyê ya Zanîngeha Artukluyê, 2023yan 233 mîlîmetre baran li Deşta Mêrdînê bariye lê 2024an tenê 93 mîlîmetre bariyaye.
Anku li Mêrdînê di salekê de rêjeya baranê derdora du qat û nîvan kêm bûye.
Pispor dibêjin eger di sibat û adara îsal de jî barana pêwîst nebare dê metirsiyeke mezin li ser berheman çêbibe.
"4 corên hişkesaliyê hene"
Pisporê Çandiniyê Prof. Dr. Tugrul Yakupoglu got, "Mixabin hişkesalî rastiyeke roja me ye.
Eger em pênaseya hişkesaliyê bikin, li gorî salên dirêj bi awayekî navendî di saleke dawî de nebarîna barana pêwîst e.
4 corên hişkesaliyê hene. Hişkesaliya meterolojîk, hişkesaliya çandinî, hişkesaliya hîdrolojîk û hişkesaliya sosyoekonomîk.
Hişkesaliya çandiniyê jî di dema pêgihiştina berhem de nebûna av û şiliya pêwîst a di nav axê de ye."
Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê derdora 3,1 milyon dekar erdê çandiniyê hene.
Li ser 2,5 milyon dekar ji wî erdî dexlûdan û berhemên beqliyatan tên çandin.
Ji wê jî li ser ji sedî 60 çandiniya berhemên avî tê kirin.
Li ser erdê mayî jî berhemên bejî tên çandin û tenê bi hêviya barana salê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse