Sivîl dibin qurbanên êrişan: Bîlanço hat ragihandin

02-02-2025
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Komên Çekdar Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên komên çekdar û Tirkiyeyê de ji 8ê mehê ve li Rojavayê Kurdistanê 41 sivîlan canê xwe ji dest daye û 245 jî birîndar bûne.

Di nava sivîlên ku canê xwe ji dest daye de rojnameger û karmendên tenduristiyê jî hene.

Li gorî agahiyên ku Rêveberiya Xweser belav kirine, komên çekdar û Tirkiyeyê ji 8ê Kanûna Paşîn ve 41 sivîl kuştine û 245 kes jî birîndar kirine.

Li gorî agahiyan, di nav birîndaran de 7 rojnameger û 6 karmendên tenduristiyê jî hene.

Li gorî daxuyaniya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, tenê li Bendava Tişrînê 24 sivîl hatine kuştin û 221 sivîl jî birîndar bûne.

Li nahiyeya Sirînê ya Kobaniyê di êrişa 25ê Kanûna Paşîn de 12 kes ku di nav de zarok jî hebûn hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.

Pêr jî li Kobaniyê dronên Tirkiyeyê êrişî malekê kir, 2 mêr hatin kuştin û jinek jî birîndar bû.

Li navçeya Zirganê û gundên derdora wê jî di êrişa 25ê Kanûna Paşîn de 3 kes ku di nav de zarok jî hebûn hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn ku 4 jê zarok in.

Li hêla din, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku bîlançoya ji 12ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve wiha ye:

- 54 sivîlan canê xwe ji dest daye ku 7 ji wan jin û 4 jî zarok in.

- 411 çekdarên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan hatine kuştin.

- 78 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst