Li Rihayê 240 kûsî hatin rizgarkirin

02-02-2025
RÛDAW
Nîşan Kûsî Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyyubiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 240 kûsiyên di çemê hişkbûyî de asê mabûn hatin rizgarkirin.

Di nav Çemê Daysanê (Qereqoyun) de yê di navenda Rihayê re derbas dibe ji bo paqijkirinê berê ava çem hat guherîn.

Ji ber nemana avê li herêma Taxa Sancaktarê ya navçeya Eyyubiyeyê çem bi temamî hişk bû.

Karkerên Şaredariyê dema paqijkirina çem rastî 240 kûsiyan hatin ku di herêmeke teng de asê mabûn.

Li ser agahdarkirinên tîmên Rêveberiya Herêmî ya Parastina Xwezayê û Parkên Niştimanî ya Rihayê û tîmên berevaniya şaristanî çûn cihê bûyerê.

240 kûsî ji aliyê tîman ve hatin rizgarkirin û tîman ew birin Navenda Rizgarkirina û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya Golpinarê.

Piştî kontrolên tenduristiyê û dermankirinê kûsî careke din li xwezayê hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst