Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Partiya Welatparêzên Kurdîstanê (PWK) ya Ewropayê, li Brukselê Nûnertiya Ewropayê ya Rêvebirîya Xweser ziyaret kir.
Şandeya PWKyê ya Ewropayêji Serokê Meclisa PWKyê ya Ewropayê Merd Baran Boskan, endamên Meclisa Partiyê ya PWKyê Îhsan Aydin, Faysal Taşkiran û nûnerê PWKyê yê Belçîkayê Ahmed Alan pêk hatibû.
Şandeya PWKyê ji aliyê Berpirsiyarê Karên Derve yê Rêvebiriya Xweser Abdulkerîm Omer, Berpirsa PYDyê ya Ewropayê Mizgîn Ehmet, Berpisrê Rêvebirîya Xweser yê Libnanê Ebdulselam Ehmet ve hat pêşewazîkirin.
Heyeta Rêvebirîya Xweser ji ber vê serdanê spasiya şandeya PWKyê kir.
Şandeya PWKyê jî ji ber vê pêşewazîyê spasîya Nûnertiya Ewropayê ya Rêvebirîya Xweser kir.
Serokê Meclisa PWKyê y Ewropayê Merd Baran Boskan, bi kurtayî behsa armanca serdanê kir û di derbarê damezrandina PWKyê, armanc, kar û xebatên PWKyê yên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê agahdarî dan.
Merd Baran Boskan, piştgirîya PWKyê ji bo bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û statuyeke siyasî, cografî, milî ya miletê Kurd li Rojavayê Kurdîstanê diyar kir.
Boskan her wiha diyalog û hemahengiya di nav hemû partî û hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de pêwîst û gring nirxand û piştevanîya PWKyê ji bo hevkarî û tifaqa wan anî zimên.
“Divê hemû alî piştgiriya hevdîtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bikin”
Boskan bal kişand ser girîngiya hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û got:
“Divê hemû aliyên Kurdan piştgirîya naverok û armanca vê hevdîtinê bikin.”
Serokê Meclisa PWKyê ya Ewropayê di heman demê de got:
“Îro wazifeyeke neteweyî, dîrokî li ser mile hemû partiyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê ye ku bi bernameyeke neteweyî, bi yekrêzî, wekî aliyên Kurdan bi şandeyeke hevbeş mixatabê Rêvebiriya Şamê û hemû aliyên peywendîdar bin.”
Abdullkerîm Omer jî li ser krîzên li Rojhelata Navîn rû didin û bi taybetî jî li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê agahî û nêrînên xwe anî ziman.
“Statû xeta me ya sor e”
Abdullkerîm Omer got:
“Wekî Rêvebiriya Xweser, em destkeftin û statûya defakto ya niha ku, xwesriya demokratîk û artêşê li xwe digre, wekî xeta xwe ya sor dihesibînin.
Divê mafên gelê Kurd di makezagona Suriyeyeke Federal/Otonom a nû de bêne bicihkirin.”
Her du heyetan li ser krîz, derfet û rîskên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tên çaverêkirin, nêrîn û pêşbinîyên xwe anîn ziman, pêwîstî û grîngiya yekrêziya nav mala Kurdan bi yek helwestê tekez kirin.
Her du heyetan jî grîngî û pêwîstîya diyalo, piştgirî, hevkarî, danûstandin û hevrêziya di navbera Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê de anîn ziman.
Herdu heyetan jî ji bo vê hevdîtinê kêfxweşîyên xwe û daxwaz û girîngiya ji bo berdewamiya van diyalog, hevdîtin û pêwendiyên dualî anîn ziman.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse