Dîlok - 3 wesayît li hev qelibîn: Miriyek, 19 birîndar

02-02-2025
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl, barhilgir û otobuseke rêwiyan li hev qelibîn, kesek mir û 19 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, şeva  borî li ser rêya sereke ya Tarsus-Edene-Dîlokê li nêzîkî dûriyana navçeya Nûrdaxê otomobîl, barhilgir û otobuseke rêwiyan li hev qelibîn.

Piştî bûyerê agir bi otobus û barhilgirê ket, di bûyerê de 20 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nûrdaxê.

Lê ji birîndaran alîkarê şofêrê otobusê Veysel Feydayê 37 salî tevî hewldanên pizîşkî canê xwe ji dest da.

Qeymeqamê navçeya Nurdaxê jî çû cihê bûyerê û zanyarî wergirtin.

Rêwiyên otobusê ji ber hewa sar birin fermandariya cendirmeyan a Nurdaxê.

Ji ber bûyerê rêya Edene-Nurdaxê nêzikî 2 demjimêran girtî ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst