Hewlêr (Rûdaw) – Platforma Jinan a Rihayê ragihand ku li Navenda Vegerandinê destdirêjî li jinên koçber hatiye kirin.
Platforma Jinan a Rihayê li ser destdirêjiya li jinên koçber a li Navenda Vegerandinê ya Rihayê daxuyaniyek da.
Platformê xwest ku tawanbar werin cezakirin û rêxistinên jinan li jinên di navendan de tên ragirtin xwedî derkevin.
Daxuyanî ji aliyê Seroka Platforma Jinan a Rihayê Gul Fehîme Bîlîçê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku berî çend rojan kesekî ku li Navenda Vegerandinê dixebite destdirêjî li jinên koçber kiriye.
Seroka Platforma Jinan a Rihayê ragihand ku ji bo tawanbar werin cezakirin ew dê wekî pêvajoya lêpirsîn û darazê bişopînin.
Gul Fehîme Bîlîçê bangî rêxistinên jinan kir ku mafên jinên koçber ên di Navendên Vegerandinê de tên ragirtin biparêzin û li wan xwedî derkevin.
"Helwesta baviksalarî ya dewletê dibe sedema zêdebûna bûyerên bi vî rengî"
Seroka Platforma Jinan a Rihayê Gul Fehîme Bîlîçê anî ziman:
“Em ji destdirêjiya li jinên koçber re dibêjin na.
Çend roj berê li bajarê me nûçeyek hat belavkirin ku jin li Navenda Vegerandinê ya Koçberan rastî destdirêjiyê hatine.
Li gorî agahiyên di nûçeyê de, kesekî ku li wê navendê dixebite destdirêjî li jin û keçên koçber kiriye.
Li gorî lêkolînên me, em bûn şahid ku bûyer di asteke çi qas tirsnak de ye.
Li Navendên Vegerandinê yên ku koçber lê tên ragirtin asta tundiya li hemberî jinan ji ya li hemberî mêran gelekî zêdetir e.
Helwesta baviksalarî ya dewletê dibe sedema zêdebûna bûyerên bi vî rengî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse