Mêrdîn: 6 dever 15 rojan ji çûnûhatina welatiyan re qedexe ne

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Nisêbîn Qedexeya Çûnûhatinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê 6 dever 15 rojan ji çûnûhatina welatiyan re hatin qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Mêrdînê ve hatiye belavkirin gundên Awşe, Bahmînin, Hîbab, Yol, Şekrîn û Elînê yên navçeya Nisêbînê wek “herêma taybet a ewlehiyê” hatine ragihandin û çûnûhatina welatiyan a wan gundan 15 rojan qedexe ye.

Li gorî biryarê, li wan deverên ku dikevin sînorê Çiyayê Bagokê qedexe 1ê Sibatê 2024an dest pê kiriye û heta 15ê Sibata 2024an berdewam dike.

Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her pêşhateke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê herwiha hişyarî daye welatiyan ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran.

Li gor Ajansa Mezopotamyayê artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Bagokê operasyoneke berfireh a leşkerî daye destpêkirin û ev qedexe jî piştî operasyonê hatiye ragihandin.

Ev di demekê de ye ku beşeke zêde ya xelkê Nisêbînê û gundên wê debara xwe bi ajeldariyê dike.

Bi vê biryara parêzgariyê gelek herêmên navçeyê hatine qedexekirin ku xelk çar demsalan ajelên xwe lê diçêrîne.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de “operasyonên” xwe yên leşkerî yên bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûnûhatinê tên ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst