Li Mûşê tren û barhilgir li hev qelibîn: 2 mirî, 2 birîndar

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Norşînê yê parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê treneke rêwiyan û barhilgireke ku ajel tê de bûn li hev qelibîn.

Di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Herwiha hejmareke zêde ya ajelan jî mirar bûn.

Li gorî zanyariyan li bajarokê Norşînê yê Mûşê barhilgira ku barê wê gamêş bû û treneke rêwiyan ku biryar bû ji Xarpêtê biçe Tetwanê li hev qelibîn.

Di bûyuerê de 2 kesên di barhilgirê de canê xwe ji dest da û şofêrê barhilgirê jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û kesê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Tîman cenazeyên her du kesên ku canê xwe ji dest da birin morga nexweşxaneyê.

Di bûyerê de hejmareke zêde ya ajelan jî mirar bûn.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst