EFRÎN – Îstixbarata Tirkiyeyê 2 welatiyên Kurd girtin

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Girtin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, îstixbarata Tirkiyeyê 2 welatiyên Kurd bi hinceta ku “pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye” girtin.

Her du welatiyên ku hatine girtin ji gundê Koliya Jêrînê yê navçeya Racoya Efrînê ne.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), îstixbarata Tirkiyeyê 2 welatiyên ku temenê wan 57 û 53 salî ne bi tohmeta “pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye” girtin û birin cihekî nediyar.

Herwiha hat gotin ku bi awayekî hemdem, girtiyekî din ê ji gundê Mişelê yê navçeya Şeraya Efrînê jî birin girtîgeha Racoyê ya ku gelekî xirab e.

Girtiyê ji Mişelê beriya niha bi tohmeta “pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re heye” hatibû girtin.

Îstixbarata Tirkiyeyê, 31ê Kanûna Paşîna 2024an li gundê Xaltayê ya Cindirêsê, kesekî astengdar ê 40 salî û hevjîna wî girtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst