Alî Yerlîkaya hejmara kesên di erdhejên 6ê Sibatê de canê xwe ji dest da eşkere kir

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Alîkariya Erdhejê Alî Yerlîkaya Murat Kurum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya ragihand, “Di erdhejên 6ê Sibatê de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes birîndar bûn.”

Berbijêrê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Kurum roja 31ê Kanûna Paşîna 2024an di bernameyeke televîzyonî de dema derbarê erdhejan de diaxivî behsa erdheja Mereşê kir û got 130 hezar kesan canê xwe ji dest da.

Gotinên Murat Kurum ên “di erdhejan de 130 hezar kesan canê xwe ji dest da” bû sedema bertekan û li ser medya civakî bû rojev.

Piştî wê Murta Kurum li ser hesabê xwe yê Xê bi peyamek belav kir û nivîsî: "Di erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê de li 11 parêzgehan 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Di erdhejên dîroka komarê de bi giştî 130 hezar kesan canê xwe ji dest daye.”

Alî Yerlîkaya li navenda Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) civîna medyayê saz kir û amarên erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê eşkere kirin.

Yerlîkaya da zanîn ku di erdhejên 6ê Sibatê de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest daye û 107 hezar û 213 kes birîndar bûn.

Herwiha yerlîkaya diyar kir ku erdhejên Mereşê rasterast bandor li 14 milyon welatiyan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst