Li Rojavayê Kurdistanê ji bo bicihkirina Peymana Civakî mekanîzma tên danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, piştî pesendkirina Peymana Civakî ya ji aliyê Encûmena Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser ve gav ji bo bicihkirina wê tên avêtin.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Encûmena Gelan a Demokratîk a ser bi Rêveberiya Xweser ve Ferîd Ittê diyar kir ku tevî astengiyan ew niha di warê danîna mekanîzmayên bicihkirina peymanê de ne.

Hevserokê Encûmena Gelan a Demokratîk Ferîd Ittê anî ziman:

“Piştî pesendkirina Peymana Civakî 12ê Kanûna Pêşîna 2023yan ku berhema kar û xebatên 5 salan e pêwîstiya Rêveberiya Xweser bi peydakirina çend saziyan û heykelkirinê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê heye.

Ji sîstema civakî dest pê dike heta bigihêje saziyên Rêveberiya Xweser ên ku vê peymanê bi cih bikin û wê biparêzin. Lewra me li Encûmena Gelan a Demokratîk ji bo bicihkirina madeyên Peymana Civakî çend civîn ji bo danîna mekanîzmayên bicihkirinê pêk anîn.

Civîn ji bo çêkirina çend saziyan ku berê nebûn, wek Komîsyona Hilbijartinan, Dadgeha Parastina Peymana Civakî û Saziya Giştî ya Çavdêrîkirina Darayî bû.”

Bi gotina Hevserokê Encûmena Gelan a Demokratîk bi armanca amadekirina reşnivîsên hilbijartinên şaredarî û encûmenan, saziyên kargêrî û Dadgeha Peymana Civakî û ji bo bicihkirina madeyên Peymana Civakî jî komîteyên taybet hatine sazkirin.

Hevserokê Encûmena Gelan a Demokratîk Ferîd Ittê herwiha da zanîn:

“Piştre em derbasî qonaxa hilbijartinan dibin. Li ba me hilbijartin li ser asta şaredarî û encûmenan dê bên kirin. Hilbijartina encûmenan bi komunan dest pê dike, encûmena bajarok, encûmena bajar, encûmena kantonan û Encûmena Gelan a Demokratîk.

Hilbijartinên şaredariyan jî, ji biçûktirîn şaredarî dest pê dike heta bigihêje şaredariyên bajarên mezin wek Qamişlo, Heseke, Reqa û Minbicê.”

Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser ji dîbace, 4 birgeyên serekî û 134 madeyan pêk tê. Di madeya 120ê de jî tê gotin:

“Li Komara Sûriyeya Demokratîk şêwazê pêwendiyan di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ligel navendê û navçeyên din li ser hemû astan bi rêya destûreke demokratîk hevbeş çêdibe.”