AMED - Agir bi otêla kevokan ket: Bi sedan kevok mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê yaparêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi otêla kevokan ket û di encamê de bi sedan kevokan mirar bûn.

Li gor zanyariyan li Kolana Sutcuyê ya Taxa Nebi ya navçeya Sûrê, ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi otêla kevokan ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê çûn cihê bûyerê û piştî demekê agir hat vemirandin.

Di encama agir de bi sedan kevok şewitîn û ji ber bêhewabûnê mirar bûn.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.