HDPê piştgirî da Serokê Baroya Amedê: Em gefên kuştinê qebûl nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren û malbata wî şermezar kir û piştgiriya xwe bo wî ragihand.

Rêxistina Amedê ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren peyamek belav kiriye.

Rêxistina Amedê ya HDPê piştgiriya xwe bo Nahît Eren nîşan daye û dibêje: “Em tu carî qebûl nakin ku Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren û malbata wî bi rêya medyaya civakî bi kuştinê bên tehdîdkirin. Em weke Rêxistina Parêzgehê diyar dikin ku em li cem parêzer Nahît Eren in.”

Di beşeke din a peyamê de tê gotin: “Em bang li kesên eleqedar dikin ku erka xwe pêk bînin da ku êşên nû çê nebin.”

Endama Baroya Amedê û hevjîna Tahîr Elçî, parêzer Turkan Elçî jî têkildarî gefên li dijî Serokê Baroya Amedê peyamek belav kiriye.

Turkan Elçî di peyama xwe de ku li ser Twitterê weşandiye, dibêje: “Gefên li ser serokê baroya me berdewamiya kevneşopiyekê ye. Ger hesab ji ber parvekirinên wan ên medyaya civakî tavilê werin tesbîtkirin û cezakirin, divê ne zehmet be ku kesên gefê li baroya me dixwin tesbît bikin. Me êşa guhnedana bi gefan kişandiye, em dizanin.”

Duh jî Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û baroyên 81 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî li hember gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, piştgirî dabûn wî.

Di daxuyaniya xwe ya hevpar de Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û baroyên 81 parêzgehan dibêjin: “Em naxwazin bûyereke din a nû ya Alî Gunday rû bide û êşa Tahir Elçî dubare bibe.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Li hemberî gefên hêzên tarî, em weke Yekîtiya Baroya Tirkiyê û tevahiya baroyên Tirkiyê, ji raya giştî re radgihînin ku bêyî dudilî ligel Serokê Baroya Amedê Nahît Eren in û piştgiriya wî dikin.”