Li Bedlîsê jîngehparêzan ji bo teyrikan êm danîn Bihişta Teyrikan

02-02-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Bedlîs Bakurê Kurdistanê Bihişta Teyrikan Komeleya Gola Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bedlîsa Bakurê Kurdistanê çalakvanên Komeleya Gola Wanê serdana Bihişta Teyrikan kirin û ligel hejmarek çalakvanên jîngehparêz ji bo teyrikan êm datînin.

Ew çalakvan bi armanca ku teyrik ji ber bêxwariniyê di demsala zivistanê de koç nekin êm didin wan.

Li navçeya Xelatê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve ji ber destpêkirina berfê ajelên kovî di dîtina xwarinê de rûbirûyê zehmetiyan dibin û hinek ji wan ji neçarî ber bi cihên germ ve koç dikin.

Rêveberê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê, Cemal Yildirim dibêje: “Cihên avî di sîstema jîngehê de xwedî cihekî girîng in. Ev der bihişta teyrikan e û ji bo parastina vê derê divê tedbîr bên wergirtin. Teyrik xwe li cihê ewle digrin.”

Li navçeyê nêzîkî 4 roj in berf dibare û ji ber sir û seqema zêde ku bi şevan pileya germê dighê bin sifirê heta 12 pileyan, beşek zêde ya çem û rûbaran jî qeşa girtine.

Çalakvana Jîngehparêz Tugba Beyhan dibêje: “Em niha li bihişta teyrikan in û ji bo danîna berhemên xwarinê bo teyrikan hatine vê derê. Ji ber zivistana vê derê dijwar e, divê em li wan jî bifikirin. Hêvîdar im hemû kes di vê mijarê de hişyar be.”

Bihişta Teyrikan a Boranê li Xelatê cihek e ku herî zêde teyrik xwe lê digrin û teyrik dema hêkkirin û xwezêdekirinê li vê derê dimînin.

Ev teyrik demsala havînê Nîvkureya Bakur derbas dikin û bi nêzîkbûna demsala zivistanê ku keşûhewa sar dibe dest bi koça ber bi Nîvkureya Başûr ve dikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst