Nadya Mûrad: Min hêza gelê Êzidî nîşanî Angelina Jolie da

02-02-2023
RÛDAW
Nadya Murad: Min hêza gelê Êzidî nîşanî Angelina Jolie da
Nadya Murad: Min hêza gelê Êzidî nîşanî Angelina Jolie da
Nîşan Nadya Mûrad Angelina Jolie
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî, çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad derbarê serdana xwe ya Şingalê bi Lîstikvana navdar a Amerîkî Angelina Jolie de got, “Ez şanaz bûm ku hêza gelê Êzidî nîşan bidim û çîroka rizgarbûna xwe bi Angelina Jolie re parve bikim.”

Lîstikvana navdar a Amerîkî Angelina Jolie û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî, çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad roja Sêşemê gihîştin Hewlêrê û roja Çarşemê 1ê Sibata 2023an li gundê Koço ya Şingal a Başûrê Kurdistanê serdana xizmên qurbaniyên komkujiya bi  destê DAIŞê kirin.

Angelina Jolie û Nadya Mûrad piştî 3 demjimêran ji Hewlêrê vegeriyan Amerîkayê.

Nadya Mûrad li ser serdana xwe di Facebookê de got, “Vegera mala xwe û nasandina xizmên xwe yên ku hatine rizgarkirin bi Angelina Jolie, parêzvaneke dilpak ji bo jin, zarok û penaberan, ezmûneke bi bandor bû.”

Keça çalakvana Kurd a ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û malbata wê ji aliyê DAIŞê ve hatiye qetilkirin her wiha got, “Vê gerê bi bîra min xist ku xebata me ya ji bo parastina kêmnetew û jinan li Şingalê û li seranserî cîhanê hîn ji temambûnê dûr e. Heger em dixwazin tiştên ku hatine serê Êzidiyan careke din neqewime, divê em li ser bingehên qirkirin û tundûtûjiya zayendî bisekinin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst